Komên çeteyan ji 27ê mijdarê ve êrîşên li ser herêma Rêveberiya Xweser zede kirine. Di 45 rojên dawî de 95 sivîl kuştin û bi sedan sivîl birîndar kirin. Di 2 hefteyên dawî de 3 caran êrîşî karwanên ku diçûn Tişrinê kirın û di van êrîşan de 8 kesan jiyan xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn. Tevî êrîşan nobeta gel a li ser Bendava Tişrînê didome. Hevserokê Kantona Firatê Ferhan Hecî Îsa li ser girîngiya Bendava Tişrînê û armanca êrîşan nirxandin kir. Ferhan Hecî Îsa anî ziman ku Bendava Tişrînê cihê xizmeta civakê ye û wiha got: “Av û ceyrana Kobanê tev ji bendava Tijrînê tê. Dîsa gelek bajar û bajarok pêdiviya av û elektrîkê ji Bendava Tişrînê peyda dikin. Ji ber vê yekê divê ev bendav bê parastin. Em xelkê herêma Kobanê bi hemû saziyan armanc dikin ku şerê li dora bendava Tişrînê bi dawî bibe. Ji ber ku rûxandina Bendava Tişrînê, metirsiyên gelek mezin bi xwe re tîne. Hilweşandina bendavê dê zerarê bide tevahiya herêmê. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku şerê li herêmê rawestînin û wekî civaka sivîl bendavê biparêzin.”
Êrîşî depoyên genim dikin
Ferhan Hecî Îsa li ser armanca êrîşan jî rawestiya û wiha got “Yên êrîşî bendavê dikin diyar in. Hikûmeta AKPê û yên bi wê ve girêdayî ne. Yên bi navê Artêşa Niştimanî (MSO) û yên wekî Hemzat û Emşat ku bi hikûmeta AKPê re tev digerin, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirine, demografiyê diguherînin û erîşî binesaziyên me dikin. Ji xeynî bendavê gelek navendên binesaziyê dikin hedef. Bi balafirên şer navendên depoyên genim, navendên av û elektrîkê dikin hedef. Gelek car in binesaziyên xizmetê dikin hedef. Hikûmeta AKPê, dixwaze Kobanê dorpêç bike. Ji ber êrîşên li ser Kobanê 2 meh in gelê Kobanê bêav û bêelektrîk dijî. Bi van êrîşan dixwazin gelê herêmê ji pêdiviyên jiyanê bêpar bihêlin.”
Êrîşî ambûlansê kirin
Ferhan Hecî Îsa da zanîn ku Dewleta Tirk hedefgirtina sivilan ji bo xwe kiriye armanc û wiha berdewam kir: “Hikûmeta AKP-MHPê bi hêsanî li kuştina mirovan dinere. Hêza Hemzat û Emşat di lîsteya terorê de ne. Ev kom mirovan dikujin. Heta niha 3 caran êrîşî karwana sivîlên ku berê xwe dan Bendava Tişrînê, kirin. Herî dawî balafirên şer li ser bendava Tişrînê êrîşî sivîlan kir. Di encamê de 3 welatî hatin kuştin û 19 sivîl birîndar kirin. Pişt re êrîşî ambulansê kirin. Kedkarekî Heyva Sor kuştin. Em hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û hemû pêkhateyên kurd û ereb li pişt HSDê û şehîdên xwe ne. Em hemû li dijî êrîşan in.”
Ferhan Hecî Îsa li ser bêdengiya devletên endamên Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û wiha pêde çû: “Heta niha şermok nêzî êrîşan dibin. Sekna wan a li dijî êrişan têr nake. Êrîş didomin. Sekna wan rê li pêşiya êrîşên AKPê nagire. Hikûmeta AKPê mirovan dikuje û herêmê dagir dike. Lê ev sekna wan rê li pêşiya van kuştin û dagirkeriyê nagire. Neteweyên Yekbûyî heta niha helwestek xurt nîşan nedaye.”
Hecî îsa li ser hewldanên dîplomasiyê jî ev agahî parve kir: “Wekî rêveberiya xweser erka me ew e ku em gel biparêzin. Li aliyê din şandeyên me yên dîplomasiyê xebatên xwe li Ewropa, Amarîka û welatên din dimeşînin. Şandeya me li Îngilistan, Belçîka, Almanya û gelek welatên Ewropayê li dijî êrîşan û ji bo parastina statuyê xebatên xwe didomînin. Ji bo hêzên navneteweyî rola xwe bilîzin û şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestinîn, di nava hewldanan de ne. Piştî rejîma Baasê ya 61 salan têk çû, niha hikûmeta AKPê û çeteyên girêdayî wê dixwazin şer gur bikin. Lê li dijî vî şerî hevalên me yên karê dîplomasiyê dimeşinîn, hewl didin vî şerî rawestînin.”