Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê dema ji Qursa Quranê derdiket û diçû malê hat windakirin. Piştî 19 roj şûnde Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya daxuyanî da û got ‘Cenazeyê wê hatiye dîtin’ Lê agahiyên der barê bûyerê de bi raya giştî re parve nekir. Ji ber ku gelek pirsên bên bersivandin û nehatin bersivandin û Narîn kuştî hat dîtin, bertek û nerazibûnên gel zêde bûn. Îro li dijî kuştina Narîn Guran a 8 salî li Amed, Wan, Edene, Stenbol û gelek bajarên din bi deh nezaran derketin kolanan û meşên girseyî li dar xistin.
Li Edeneyê Meclisên Jinan û Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin li Parka Ataturkê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Girseyê bertek nîşanî kuştina Narîn dan û gotin: “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn.”
Li Wanê jî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê jî li Cadeya Cûmhûriyetê meş li dar xist. Di meşê de bi kurdî û tirkî pankarta “Ji bo zarokan cihaneke bi ewle, ji bo Narînê edalet” vekirin. Girseyê dowîzên “Ji bo Narînê edalet” û “Ji bo zarokan cîhaneke bi ewle” hilgirtin û dirûşmên “Ji bo Narînê edalet” , “Jin jiyan azadî” , “Em ê teslîmî tarîtiyê nebin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseyê heta Kolana Hûnerê bi tilîlî, fîtik û dirûşman meşiya û daxuyanî da.
Li Stenbolê jî Platforma Em ê Pêşiyê Li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) li ber Operaya Sureyayê ya li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Girseyê pankarta “Em ê hesaba Narînê bipirsin” vekirin û wêne hilgirtin. Di çalakiya ku gelek jin tev li bûn de dirûşmên “Mirin ne qedera zarokan e” , “Bila Narîn nemirin, zarok bijîn”, “Ne tirse tu dê bi tenê nemeşî” û “AKP dê hesabê bide gel” berzkirin.
Koma Demîr Leblebî ya li Zanîngehan xebatê dikin jî li Kolana Îstîklalê daxuyanî dan. Polîsan êrîşî komê kir û 7 kes binçav kirin.
Li Enqereyê jî Meclisên Jinan, Platforma Em ê cînayetên Jinan rawestînin, Înîsiyatifa Ez li Kolanê me, li tenişta te me, Federasyona Femînîstinên Ciwan û Partiya Sosyalîst li kolana Sakarya ya Kizilayê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan qetilkirina zaroka 8 salî Narîn şermezar kirin.