Ciwanê 28 salî A.T.D. li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, di saetên serê sibehê de bi çekan êrîşî avahiya HDP’ê ya navçeyê kir. Li ser îxbarê, polis hatin cihê bûyerê û ciwanê 28 salî A.T.D. binçav kirin. Polîsan çeka êrişkar jî desteserkirin. A.T.D. di sala 2018’an de jî bi heman rengî êrişî avahiya HDP’ê kiribû.