Li gorî çavkaniyên herêmî di wesaşîta çawişê pipsor E.O. yê li Colemêrgê di Midûriyeta Şaxa Îstîxbaratê de dixebite, 63.5 kîlo esrar hat girtin. Çawişê pispor E.O., duh tevî wesayîta xwe ji bo destûra salane bi rê ket. Li noqteya sepanê ya polîsan a li Pîrînçlîkê ya girêdayî navçeya Peyas a Amedê hate sekinandin. Di lêgerînê de di wesayîta E.O. de 63,5 kîloyên madeya tiryakê ya metemfetamînê hate girtin.
E.O. hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.