Mihrîcana Orkêş a Muzîkê, bi feraseta neteweya demokratîk tê lidarxistin. Ji gelek netewe, ol û baweriyan kom beşdarî mihrîcanê dibin. Mihrîcaneke pirzimanî ye, her netew dê bi deng û rengê xwe beşdar bibin û dê di mihrîcanê de awazên kurdî, ermenkî, erebî, suryankî olan bide.
3yemîn Mihrîcanê Orkêş a Muzîkê dê îsal bi dirûşma; ‘Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe’ bê lidarxistin. Mihrîcan dê di 8ê kanûnê de dest pê bike û di 10ê kanûnê de bi dawî bibe. Di mihrîcanê de bi giştî 23 kom û hunermend dê derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.
1emîn Mihrîcana Orkêş, di sala 2017an di bin şert û mercên giran û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên wê demê de hat lidarxistin. Di wan salan de li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê hem şer hebû hem jî koçberiyeke mezin çêbû. Ji ber vê yekê 6 sal navber hat dayîn û mihrîcana duyemîn jî di sala 2023yan de hat lidarxistin.
Hevseroka TEV-ÇANDê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeyye Mihemed têkildarî 3yemîn Mihrîcana Orkêş a Muzikê ji rojnameya me re axivî. Sumeyye Mihemed, da zanîn ku ev demeke amadekariyên lidarxistina mihrîcanê tê kirin û wiha axivî: “Mihrîcan du salan carekê tê lidarxistin. Ne tenê komên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha gelek komên parçeyên din ên Kurdistanê û derveyî welat jî beşdarî mihrîcanê dibin. Komeke muzîkê ji Zaxoyê, komek ji Şengalê, hunermendek jî ji Silêmaniyê beşdarî mihrîcanê dibe.”
Ji bo kom û hunermendan bang
Sumeyye Mihemed, da zanîn ku xwestine komên ji bakur û rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî mihrîcanê bikin lêbelê ev kom ji ber şert û mercên heyî beşdar nebûne. Bi domdarî Sumeyye Mihemed destnîşan kir ku dê di mihrîcanên salên pêş de hewl bidin sînoran ji holê rakin û komên Bakur û Rojhilat jî beşdarî mihrîcanê bikin. Sumeyye Mihemed, xwest kom û hunermendên parçeyên din ji bo mihrîcana din ji niha ve xwe amade bikin.
Mihrîcaneke pir awaz û deng
Di berdewama axaftina xwe de Sumeyye Mihemed diyar kir ku mihrîcan bi feraseta neteweya demokratîk tê lidarxistin, ji gelek netewe, ol û baweriyan kom beşdarî mihrîcanê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mihrîcaneke pirzimanî ye. Dê di mihrîcanê de awazên kurdî, ermenkî, erebî, suryankî olan bidin. Di mihrîcana ewil de hejmara komên ji neteweyên din hinekî kêm bûn. Di mihrîcana duyemîn de hejmara komên neteweyên din zêdetir bûn û îsal dê bêhtir komên muzîkê beşdar bibin. Îsal her netew, bi deng, stran, awaz, cil û bergên xwe beşdar dibin. Ji ber ku her netew beşdar dibin wek TEV-ÇAND em pir kêfxweş in.”
Dirûşma mihrîcanê
Dirûşmên mihrîcanê jî li gorî ruhê demê tê diyarkirin. 3yemîn Mihrîcana Orkêş îsal bi dirûşma “Bi çanda komînal deng û awazên gelan vejîn dibe” tê lidarxistin. Mihrîcan herî dawî di sala 2023yan de hatibû lidarxistin ku dirûşma wê jî “Bi dengê pîroz şoreş ava dibin” bû.
23 kom û hunermend beşdar dibin
Bi giştî hejmara hunermend û komên ku derkevin ser dikê 23 ye. Mihrîcan dê bi konsera Jînda Qanjo destpê bike û di roja sêyemîn de bi konsera Koma Ş. Zîlan bi dawî bibe. Kom û hunermendên ku beşdar dibin ev in; Koma Botan (Qamişlo), Koma Ş. Esmer-Hîlala Zêrîn (Kobanê), Koma Ş. Xebat (Tirbespiyê), Koma Ş. Hêva-Hîlala Zêrîn (Kobanê), Koma Serdem (Hesekê), Koma Sayat Nova (Ermen), Koma Vejîn-Hîlala Zêrîn (Heleb), Koma Roj (Zaxo), Koma Tolhildan (Hesekê), Koma Hêlîn Cûdî-Hîlala Zêrîn (Reqa), Koma Agirî (Amûdê), Koma Şoreş (Til Temir), Koma Delîla-Hîlala Zêrîn (Amûdê), Koma Med Muzîk (Peymangeh), Koma Gîvara (Kobanê), Koma Elefterya-Hîlala Zêrîn (Dêrik), Koma Mîrzo (Şengal), Koma Dîret El Furat (Tebqa), Koma Gerstêrk-Hîlala Zêrîn (Hesekê), Koma Roj (Dirbêspiyê), Koma Şehîd Zîlan (Dirbêsiyê) û Dîfaf El Furat (Reqa).
