9 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi bîranîna zindana Amedê aştî nepêkan e

Daxistan

Di 20ê Tebaxê de Komîsyona Demokrasî, xwişk-biratî û piştevaniya Mîlî ya ku ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd li Meclîsa Tirkiyê hatiye avakirin, di çarçoveya xebatên xwe de li Dayikên Aştiyê û Şemiyê guhdar kir. Lê di guhdarkirina dayikan de nêzîkatiyeke wisa ji aliyê serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş ve hat ravekirin ku pêkanînên salên 1980yî yên li Zîndana Amedê ku di kesayetiya Esat Oktay de li dijî dîl û dayikên Kurd ên wê demê anî bîra me. Nûman Kûrtûlmûş li hemberî dayikên Kurd ku ji bilî Kurdî ziman naaxivin, zextên axivîna bi Tirkî li dayikan kir û nehîşt ku bi zimanê xwe biaxivin. Ev nêzîkatî, dayikên Kurd ên ku ji bo zarokên xwe yên li Zîndana Amedê diçûn hevdîtinê û nedihîştin ji bilî zimanê Tirkî bi tu zimanî(Kurdî) biaxivin anî bîra me. Wê demê leşkeran destûr nedida ku dayik bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin. Ji ber ku dayik xêncî Kurdî bi zimanekî din nizanîbûn, di hevdîtinê de bi tenê bêdeng li çavên zarokên xwe yên girtî dinêrîn û radibûn diçûn. Ev janejîn û şerma mirovahiyê îro jî di hişê civaka Kurd de wekî birîn û hêrseke mezin hebûna xwe didomîne. Lê tişta balkêş û di heman demê de ku di serê gelê Kurd de rê li ber pirsnîşanên girîng vekir ew e ku, Komîsyona ku ji bo ji holê rakirina van şaşiyên dewleta Tirk hatiye avakirin û di angaşta çareserkirina Pirsgirêka Kurd de ye, piştî pêkanînên salên 80yî li Meclîsa Tirkiyê destûra axaftina bi zimanê Kurdî neda dayikên Kurd ên ku bi awayekî xwezayî ji bilî zimanê Kurdî zimanekî din nizanin. Nêzîkatiya ku ji aliyê Nûman Kûrtûlmûş ê Serokê Meclîsê ye ve hat ravekirin, gumanên civaka Kurd ên ji aliyê jidilbûna nêzîkatiya dewleta Tirk ve anî hişê Kurdan û hemû aliyên aştîxwaz. Bi taybet di van rojên ku li ser Rojavayê Kurdistanê gengeşî hene de, raberkirina nêzîkatiyeke bi vî awayî pirsên di hişê civakê de zêdetir kir. Ku ev nêzîkatiyeke bi vî awayî be, wê demê dewlet çi qas ji aştî û çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd re amade û jidil e? Heke ev nêzîkatiya Nûman Kûrtûlmûş ji ber vê sedemê nebe û hînbûneke neçariyê ya nêzîkatiya dewletê be, ev hîna ji pirsa li jor jî xeteretir e. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka çand, ziman, xwe birêxistinkirina civakî, mafê gelbûnê, wekhevî û jiyaneke bi rûmet a gelê Kurd û pê ve girêdayî ya hemû gel, reng, hindikahî, bawerî û hwd. ên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û hemû Rojhilata Navîn e. Ji bo civaka Kurd, ji nîşaneyên herî girîng ên vana jî çand û zimanê Kurdî ye. Gelê Kurd bi dehan sal in ji bo van mafên xwe yên gelbûnî, mirovahî û gerdûnî têkoşîna aştî û demokrasiyê pêş dixe. Di encama berdêlên giran û bêhempa de îro dewleta Tirk jî neçar ma ku li ser vê riyê bifikire û bi birêz Ocalan re rûnişt. Lê armanc çi be, rê jî divê ku li gorî wê bê diyarkirin. Heke armanc çareserkirina Pirsgirêka Kurd be, ev jî bi pejirandina mafê gelê Kurd ên ji gelbûnê tên ve pêkan in ku divê astengiyên fermî û hwd. ên li pêşiya ziman, çand û mafê gelbûnê yên gelê Kurd werin rakirin. Wekî nîşaneya vê jî diviyabû ku ji axaftina dayikên Kurd ên li Meclîsê re jî çepik bihatana lêxistin, ne ku bihata astengkirin. Dayikên Aştiyê, Dayikên Kurd, nîşaneya rûmet û hebûna gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ne. Ji aliyê civaka Kurd ve nayê pejirandin ku di pêvajoyeke bi vî awayî de li hemberî wan li Meclîsa ku tê payîn pirsgirêk lê were nîqaşkirin û çareserkirin, axaftina bi Kurdî li wan were qedexekirin. Rayedarên AKPê di her firsendî de qala neheqiya Makezagona 1982 an dike û xwedê giravî dixwaze were guhertin. Lê di civînên li Meclîsê yên ku bi armanca vê pêk tên de jî bi van meriyetên sosret xwedî li vê makezagonî dertê.

Hûn wekî berê nikarin civaka Kurd bixapînin an jî razînin. Divê ku hûn jî ji wê xwexapîn û xewa ku Tirkiyê bir karesatê êdî hişyar bin. Yekane riya rast, nêzîkatiyeke jidil e ku ev jî bi ravekirina di meriyetê de pêkan e. Heke ev welat welatê me yê hevpar be, wê demê dê di Meclîsê de bi zimanê Kurdî were peyîvîn. Dê hemû astengiyên li pêşiya ziman û çanda Kurd bên rakirin. Divê ku Serokê Meclîsê ji ber van nêzîkatiyên ku neheqî li ziman, çand û hebûna gelê Kurd kir, ji Dayikên Aştiyê û gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze û vê jî di meriyetê de bide nîşan. Bêyî ziman, bêyî çand, bêyî mafê xwe birêxistinkirinê û jiyaneke wekhev û demokratîk aştî pêk nayê. Heke Desthilatdarî bêje ez ê gelê Kurd di bergeheke teng a dînî de venêrînim û ji bo armancên xwe yên bîrdozî û desthilatdariyê bikar bînim, ev siyaseta ku sed sal in hat meşandin, top avêt. Israrkarên vê siyasetê jî dê winda bikin. Di nava qeyrana şerê 3emîn ê Cihanê de ji bilî aştiyeke birûmet û demokratîk riyeke din a derketinê nîn e. Divê ku herkes vê bibîne û li gorî wê jî bimeşe.