Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, demekî kin berê 15 milyon lîre xerc kir û rêya Cadeya Girtîgehê ya berê nû kir. Di dema xebatên çêkirina rêyê de zirar gihişt têlên ceyranê lê bêyî ku bên çêkirin xebat hatin domandin. Ji ber xebatan gelek caran ceyran, av û înernet hate birîn û rê hate temamkirin. Di dema çêkirina rêyê de xetên ceyranê yên zirar gihiştiye nehatin tamîrkirin û niha jî piştî temamkirina rêyê careke din xebata kolandinê hate destpêkirin. Ji bo çêkirina xetên ceyranê, komên VEDAŞê dest bi xebatan kirin.
Esnafên ku di dema çêkirina rêyê de ji ber birîna ceyran, av û înternetê mexdûr bûbûn, bi gilî û gazinc in. Ji esnafan Muhammed Solmaz, da zanîn ku li ser heman rêyê gelek caran xebat hatiye kirin û birîna ceyran û avê karê wan asteng dike.