8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi 10 guleyan kuştin, cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hiştin

Taybet Înan a ku li Silopyayê ji aliyê tîmên taybet ên dewletê ve bi 10 guleyan hat kuştin, cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê hat hiştin.

Li naveçya Silopiya ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin û 37 rojan berdewam kir. Di 37 rojên qedexeyan de zarok û pîr jî di nav de li navçeyê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Di ser qedexeyan re 9 sal derbas bûn û kujer nehatin cezakirin.

10 gule berdanê

Yek ji wan kesên ku di qedexeyên derketina derve de hat kuştin Taybet Înan bû. Taybet Înan 57 salî bû û di 19ê Kanûna 2015an de piştî 5 rojên qedexeyan ji aliyên tîmên taybet ên dewletê ve li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Taybet Înan bi 10 guleyan hat kuştin. Ji ber şer dijwar bû, cenazeyê wê 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Ji ber qedexeyan nehiştin ku zarok û malbata Înan biçin ser cenaze. Tiyê Taybet Înan Ûsiv Înan jî dema xwestibû biçe cenaze bigirê rastî guleya tîmen taybet hatibû û wî jî jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyên Taybet Înan a 59 salî 7 roj û 7 şev li kolanê hat hiştin. Dewleta ku nehişt zarokên wê cenazeyê dayika xwe ji kolanê bigirin rastiya hovîtiya xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin. Dimenên cenazeyê Taybet Înan ku di kolanê de hatibû sekinandin li ser çapemeniyê belav bû û bû rojeva dinyayê. Piştî heft rojan cenazeyê Taybet Înan ji aliyê 2 zarok û birayê wê ve hat defînkirin û nehiştin malbata wê tevli defînkirina cenaze bibe.

Di ser kuştina Taybet Înan re 9 sal derbas bûn. Lê tevî ewqas êşên ku hatin kişandin jî ji ber kuştina wê tu kes nehatiye cezakirin.