1 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bêyî jinan Sûriyeyeke demokratîk ava nabe’

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê çalakiyek li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Tebqayê li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Weqfa Jinên Azadî, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û endamên kombûnê beşdar bûn.

Di çalakiyê de ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Necah El Hisên axivî û got: “Dengê jinan dengê aştiyê ye. Beşdarbûna çalak a jinan nebe, Sûriyeya nû ava nabe. Silav ji giyanê şehîda aştiyê Hevrîn Xelef û tevahî jinên sûriyeyî re ku ji bo welatekî adilane û demokratîk têdikoşin.”

Piştre 5 deqe rêz ji bo cangoriyên azadî û aştiyê hat girtin.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin” de hat lidarxistin. Pêngavê di 12ê cotmehê de bi daxuyaniyeke hevbeş a Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kiribû.

Armanca pêngav ku li gorî 3 qonaxan hatiye birêxistinkirin, bi beşdariya jinan avakirina Sûriyeyeke pirrengî, demokratîk û nenavendî ye.