Rayedarekî hikumeta başûrê Kurdistanê ji AFP’ê re axivî û got, “Peymana ku hate mohrkirin wê îro bikeve meriyetê.”
Firotina petrolê ya ji herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye hatibû rawestandin. Dadgehê biryar dabû ku erka rêvebirina petrolê divê bi Bexdayê re be.