Platforma Saziyên Demokratîk bi deklarasyonekê ragihand ku dê di 4ê çileya 2026an de mitînga bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” li Amedê li dar bixe. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş ku beşdarî daxuyaniya deklarasyona mitîngê bû, ji Ajansa Welat re axivî.
Meral Daniş Beştaş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser raporên ku partiyên siyasî divê pêşkeşî meclisê bikin û ev tişt anî ziman: “Pêvajo hatiye asta qanûnî. Divê bingeha vê bi hiqûqî ava bibe. Dema amadekirina raporan e divê pêşniyar bên kirin. Ez bawerim dê heta du sê rojan AKP, CHP jî raporên xwe bidin. Piştre jî dê li ser van raporan biryar bê dayîn. Em dixwazin ku nêrînek hevpar ji raporan bê derxistin. Piştre wê xebatek li ser vê berdewam bike. Ez bawerim dê hefteyek du hefte li ser vê nîqaş bên kirin. Em dixwazin ku komîsyon bi tevahî li ser vê mijarê nêrînê xwe bîne ziman. Em dibêjin bila di meha meha çileyê de bêyî ku dem were dirêjkirin, ev qanûn bên çêkirin. Pêvajo, ketiye qonaxa qanûnî.”
‘Divê Abdullah Ocalan azad tevbigere’
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku partiya wan di rapora xwe de pêşniyarên xwe bi berfirehî anîne ziman û wiha got: “Qanûna azadiyê, qanûna aştiyê, em bi entegrasyona demokratîk bi nav dikin. Birêz Ocalan jî di hevdîtina dawî de ev tişt anîbû ziman. Rojev û mijara me ya sereke Mafê Hêviyê ye, qanûnên aştiyê ne, divê em van mijarên girîng bigirin dest. Jixwe pêşniyarên me ji di rapora me de berfireh me anî ziman, ji ber ku divê birêz Ocalan azad dikaribe tevbigere, bixebite û nêrînên xwe bîne ziman. Ew dibêjin qanûna taybet, em jî dibêjin qanûnên aştiyê werin çêkirin. Divê qanûna ‘terorê’ were guhertin. Divê qeyûm ji ser şaredariyan werin rakirin. Divê zimanê kurdî bi awayekî yasayî, fermî were qebûlkirin. Gelek xalên ku de rapora xwe de anîne ziman hene.”
‘Berpirsiyariya gel girîng e’
Meral Daniş Beştaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina li pêvajoyê û got: “Divê civak berpirsyariya xwe bîne cih, divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve. Em ê aştiyê bi tekoşînê bi dest bixin. Tu kes bi destê xwe aştiyê, civaka demokratîk nade me. Divê em xebatên xwe bikin, bi berpirsyariya xwe rabin, meşa xwe ya azadiyê bidomînin. Heta ku civak seferber nebe û xwedî dernekeve ev naçe serî. Gelê kurd jî, gelê tirk jî, gelê ereb jî, hemû civak divê xwedî li pêvajoyê derkeve. Em xebatên xwe li aliyê Tirkiyeyê jî berdewam dikin. Berpirsyariya gel gelekî girîng e. Di 4ê çilêyê de em hemû gelê xwe vedixîvînin mitînga Amedê, bila werin tev li mitînga Hêvî û Azadiyê bibin.”
