Yek hebû, yek tunebû… ê hebû ne yê me bû, yê tune bû aliyekî me yê winda bû. Ji hebûna me ya li darê dinê, em herdu li wî aliyê winda bûn. Çiqas em nêz dibûn ewqas ji me dûr diket, çiqas me xwe lê digirt ewqas ji me re dibû xerîbek. Dîsa jî me ji wê xêrîbiyê hez dikir, bê ku me wateyeke din lê bikira. Ji ber ku hêdî hêdî, piço piço em hînî aliyên tunebûnê bibûn. Çiqas em kêm dibûn tarîtiya tunebûnê ewqas li me zêde dibû. Û vedigeriyan em!
…ji wê tarîtiya di navbera hebûn û tunebûnê de. Çiqas em vedigeriyan, vedigeriya rê ji bin lingên me. Hebûna me dibû devê kêrekê û li dora me diket, diketin çîrokên me ji berîkên jiyanê. Gotina dapîrên me li darbestan diket.
-Kes ji bo sewdayan li dora kesan diket
Ketibû dil, bêçare, qûdimşikestî… şikestîbûn hemû bîranînên me. Dema me behsa yekî/ê bikira yê/a din stûyê xwe xwar dikir li ber. Dema dengê kenê ba, ya din hêsir lê bar dikirin. Me bar dikir! Ji wî konî, ji wê axê. Me hemû cilên xwe yên rengo rengo li wir, li sindoqên bûkaniyê ji bo ku birizin, dihiştin û me radihîşt girînên xwe û em diçûn. Diçûn em -belkî- careke din li xwe bizivirin.
Kewên xirxalî yên li ser banan bê dest diman ji xwediyên xwe, hespên kihêl diman li ber golegeniyan. Bi guleyan li moriyan dixistin. Dixistin hêlînên hechecikan ji kozikên şaneşînan. Şîn digirt asîman! Man û nemanê li bênderan bi moxilê dixist qeder, qedera kurmancan. Kurmanc dotmam e!
… xwediya bê, tahma avê, germahiya axê, kilama dê û bavo. Çîroka keça paşê, qûzika tijî dims û mewij, gulgulokên rengo rengo yên di paşila zarokên rojê de, dahatûya pismamo… bi hezaran sal e yeko yeko dike ta, ta bi ta dineqişîne kofiya kurmancan. Kurmanc dotmam e, şirîkên guliyên wê li hev badane, bazinên destê wê dozdeh stêrkên asîman e, zengil zîv e, xizêm zêr e, nexşa sîng û berê wê beşera eşqa bê ber e… navê pismam delîl e!
Kurmanc dotmam e.
Ji mirinan mirinek pesandiye, loma jî dilê xwe ji darbestekê re li ser navê jiyanê diyarî daye. Nebêje ‘dotmam çima cilên te reş in?’, ji zêmaran ax fîstanekî xweş e. Giran e kedera erdê, çiqas diçe her û her li dû tê. Tê giriyên bêsedem, sedem kor e eşq. Loma jî em vedigeriyan bîrên xwe yên tarî û kêliyên xwe yên bêdemî. Ji dûr ve ji nav kilamekê dengek me ber bi xwe ve dikişand.
“Berîka Mêrdînê berrikî dûz e,
pozê Qerejdaxa şewitî bi ser de xûz e”
Li vir em roja ku bi çavan lê digeriyan û nedidît, bi destan dixwest bibînin. Tenê ji bo rojekê… di navbera deşta bê ber, çiyayê bê ser de…
Kurmanc Kurdistan e, pismam!
Stêrka ser dil e, dermanê birîna kûr e… kûr e çîroka me. Ji heft bavê hûtan mezintir e.
Kurmanc hêrsa bav û kalan e, deriyê tifaq û xweşiyan e. Nebêje dotmam te çima destê xwe avêt kevirên di stûyê xwe de û bi yek carî hilqitand kulîlka binevşê?
…beşera dilê min. War ew war e, lê bihar ne ew bihar e. Heta ku delêl li kurmancê bê!