Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de geşedanên di rojevê de nirxand.
Besê Hozat anî ziman ku di encama têkoşîneke mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir û wiha got: “Bêguman ev hevdîtineke malbatê bû. Beriya wê, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo hin agahî li nava raya giştî hatin belavkirin. Em bala xwe bidinê, di pêvajoyên beriya niha de jî her tim heman tişt bûn. Di nava 26 salên derbasbûyî de li ser rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêber Apo destpêkê dewlet, hikumeta Şerê Taybet hin agahiyan bi vî rengî belav dike. Bi rêya hin endamên xwe yên şerê taybet, li nava gelê Kurd dibe sedema tirs û fikareke mezin. Piştre jî hin hevdîtinên ji bo çend caran an jî hevdîtineke carekê dide kirin. Li nava raya giştî fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan didin. Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike, bandora wê bişikîne. Di nava raya giştî ya demokratîk, raya giştî ya Tirkiye, herêmê û cîhanê de weke ku tecrîd şikestiye têgihiştinekê diafirîne. Piştre jî polîtîkaya şerê taybet bi rengekî dijwar, mîna berê dewam dike.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, da zanîn ku pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, asteke gelekî girîng a bi bandor afirand û wiha axivî: “Li tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêza berxwedanê ya xurt, asta xwedîderketinê afirand. Ji qada akademiyê heta bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên pêwendîdar gelek derdoran sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê xistin rojeva xwe. Nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê nîşan dan. Berxwedana civakî jî li her derê mezin bû. Lewma asta ku pêngava azadiyê ya navneteweyî afirand, ji aliyê dewleta Tirk ve jî lîstikên bi vî rengî xist rojevê. Ji ber ku tengav bû, gelekî zehmetî kişand. Di heman demê de bûyerên ku li herêmê diqewimin dewleta Tirk gelekî tengav dikin. Di polîtîkaya hundir, polîtîkaya derve de gelekî xitimî ye. Dema ku ev hemû komî ser hev bû, hingî hevdîtin da kirin.”
Şerê taybet heye
Besê Hozat, destnîşan kir ku şerekî taybet heye û wiha berdewam kir: “Bêguman ev yek bi ti awayî nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Yanî dewleta Tirk hewl dide nîşan bide ku tecrîd bi dawî bûye. Ti eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ev rewş ji xwe şerekî taybet e. Dewleta Tirk propaganda û agahiyên şerê taybet ên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi kîjan armancê dike bila bike, bi kîjan hesabî dike bila bike wê bi rengekî gelekî nebaş li dewleta Tirk vegerin. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Rêber Apo salên derbasbûyî timî got. Her rewşeke li Îmraliyê, her rewşeke neyînî bi ti awayî ji aliyê vê tevgerê ve, ji aliyê vî gelî ve, ji aliyê civaka demokratîk ve asayî nayê dîtin. Li Îmraliyê ti tişt bi rengekî asayî naqewime. Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide. Lewma eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne. Wê li holê Tirkiye nemîne, wê li holê dewleta Tirk nemîne. Tirkiye wê veguhere dojeheke mezin. Ev yek wê ji bo Tirkiyeyê bê wateya şerekî navxweyî yê bêdawî. Wê bi hilweşîna dewleta Tirk, bi tinebûna Komara Tirkiyeyê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê Rêber Apo hêmana tifaq, yekîtî û jiyana bi hev re ya gelê Kurd û gelê Tirk e. Misogerî û garantiya vê yekê ye. Rêber Apo tê wateya yekbûna tifaqa Kurd-Tirk. Tê wateya îradeyê, misogeriyê. Rêber Apo tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya azadiya gelên Tirkiyeyê. Tê wateya jiyana hevpar û yekîtiyê.
Lewma her kiryar û nêzîkatiya ku gefê li tenduristiya Rêber Apo û ewlehiya Rêber Apo dixwe, wê dawî li Tirkiyeyê bîne. Wê dawî li dewleta Tirk bîne. Divê ev yek baş bê zanîn. 26 sal in di demên cuda de vê yekê diceribînin. Şerekî taybet ê giran heye. Bi taybetî li ser Rêber Apo agahiyên cuda yên têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi armanca şerê taybet belav dikin. Ev yek bi destê dewletê tê kirin. Bi destê endamên şerê taybet tê kirin. Di kirina hevdîtinê hewl dide hin têgihiştinên ku xizmetê ji şerê taybet re bikin li nava civakê biafirînin. Hewl dide civakê pasîfîze bike. Hewl dide têkoşîna azadiyê, pêngava azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lawaz bike. Piştre jî sîstema tecrîd û êşkenceyê bi rengekî giran dewam dike. Li ser gelê Kurd êrîşên qirkirinê dewam dike. Konsepta qirkirinê tê meşandin. Ya ku di vê demê de tê kirin ev e.”
Hozat, bal kişand ser êrîşên li ser vîna gelê kurd wiha berdewam kir: “Ji xwe êrîş hene, êrîş giran bûne. Em ê vê jî binirxînin. Bi Şaredariya Esenyûrtê destpê kir. Niha jî qeyim danîn ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê. Êrîşa li ser TUSAŞ’ê ji xwe re kir hincet û êrîşî binesaziya Rojava dike. Êrîşên qirkirinê bi rengekî giran li ser Rojava hatin kirin û dewam dikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê jî heman êrîş bi giranî dewam dikin. Vê rewşê rûyê rast ê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku hikumeta şerê taybet a dewleta Tirk e, careke din bi şênberî raxist pêş çavan. Rêber Apo helwesta xwe nîşan da. Anî ziman ku tecrîd dewam dike. Sekna xwe jî bi şênberî nîşan da. Got, ‘Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji ser zemîna şer derbasî ser zemîna siyasî û hiqûqî bikim. Hêza min ji bo vê yekê heye. Dikarim di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bi roleke xurt rabim. Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê dikarim wezîfeya xwe, rola xwe bi cih bînim. Dixwazim ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê bikim. Dixwazim xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê, ji komara demokratîk, ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re bikim. Di vê mijarê de dixwazim bi rola xwe rabim. Di vê mijarê de hêza min a teorîk û pratîkî heye’ û nêzîkatiya xwe nîşan da.”
‘Muxatabê çareseriyê Rêber Apo ye’
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo ji bo tevgera me, ji bo gelê me muzakerevanê sereke ye. Îradeya gelê me temsîl dike. Rêberê gelê me, gelên me ye. Rêberê azadiyê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muxatabgirtina Rêber Apo divê bê çareserkirin. Rêber Apo ji danûstandinan re amade ye. Ev yek bi şênberî careke din ji raya giştî re eşkere kir. Sekn û helwesta xwe careke din nîşan da. Eger dewlet wê di vê mijarê de gavê biavêje, pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bike, Tirkiyeyê ji felaketeke mezin rizgar bike, nehêle Tirkiye wergere û bikeve nava dohejê, eger wê Tirkiyeyê ji şewatê rizgar bike, vê yekê dikare bi Rêber Apo re bike. Rêber Apo amade ye. Em jî weke tevger li pişt îradeya Rêber Apo ne. Weke tevger em ê nêzîkatî û çareseriya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Em tevgereke welê ne ku li gorî ferman û perspektîfên Rêber Apo tevdigerin. Lewma nêzîkatiya tevgerê jî di vê mijarê de zelal e. Helwesta xwe jî nîşan da. Ji raya giştî re jî ragihand. Rêberê me jî ragihand.”
‘Dewlet lîstikan amade dike’
Besê Hozat, bal kişand ser lîstikên ku tên amadekirin û ev agahî dan: “Yanî pirsgirêk dewlet bi xwe ye. Dewleta Tirk li pey lîstikan e. Bi dek û dolaban hewl dide Kurdan bixapîne, di vê pêvajoya zehmet de bi zerareke kêm xwe rizgar bike. Hesabê vê desthilatdariyê ev e. Derdê vê desthilatdariyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nîne. Derdê wê demokratîkbûna Tirkiyeyê nîne. Derdê wê jiyana bi hev re ya gelan nîne. Bi vê re eleqedar nabe. Derdê wê ev nîne. Derdê wê desthilatdariya wê ye. Dixwaze desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Derdê wê dewamiya desthilatdariyê ye.
Lewma li herêmê bûyerên cidî diqewimin. Ev bûyer bandorê li Tirkiyeyê jî dikin. Ev yek desthlatdariyê bi rengekî cidî tengav dike. Zorê dide dewleta Tirk. Mîna berê nikare rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê bi xurtî bike mijara bazarê. Rewşa jeopolîtîk a Tirkiyeyê gav bi gav lawaz dibe. Bandora vê jî kêm dibe. Bûyerên li herêmê, peymanên têne kirin, pêvajoya bi rê ve diçe li hemberî dewleta Tirk rewşeke nû ya gelekî cidî diafirîne. Niha di vê mijarê de bi rastî jî di nava panîkeke mezin de ye desthilatdarî. Ditirse ku desthilatdariya xwe ji dest bide. Di nava lêgerîna wê yekê de ye ku çawa dikare ji vê rizgar bibe. Di vê mijarê de li gorî aqlê xwe hewl dide Rêber Apo bikişîne ser nuqteyekê. Hewl dide tevgerê li gorî xwe bikişîne nuqteyekê. Hewl dide teslîm bigire. Hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne û gelê Kurd teslîm bigire. Hewl dide hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bêbandor bike û teslîm bigire. Hewl dide muxalefeta li Tirkiyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Hewl dide her kesî bixe xizmeta desthilatdariya xwe. Ji bo vê jî şerekî giran ê taybet dimeşîne. Di vê mijarê de divê gelê me nekeve nava lîstikê. Divê nekeve nava bendewariyên cuda, gelê me jî, raya giştî ya demokratîk jî divê nekevin nava bendewariyên ne di cih de ne. Divê em bi vê zanibin, ev desthilatdarî li pey lîstikê ye. Li pey xapandinê ye. Lewma hewl dide hêza berxwedanê û îradeya gel bişikîne, bê bandor bike. Armanca xwe ev e. Ji ber vê yekê divê pêngava azadiyê ya navneteweyî neyê sistkirin. Divê pêngava azadiyê ya navneteweyî hîn bêhtir bê mezinkirin û bi xurtî dewam bike. Eger îro dewlet neçar ma ku bihêle Omer Ocalan Rêbertî bibîne û di vê mijarê de hinekî sistbûn hebe, armanc ji vê yekê weke ku min got, hewldana ji bo rizgariya ji rewşa heyî ye, manewrayên taktîkî ye.”
Hozat bal kişand ser girîngiya pêngavê û wiha pêde çû: “Di vir de hêza xurt a pêngava azadiyê ya navneteweyî diyarker e. Teqez bi vî rengî ye. Bandora mezin a berxwedana gelê me heye. Bandoreke gelekî mezin a berxwedana gerîla heye. Bandoreke gelekî mezin a tevgera jinê, berxwedana jinan, berxwedana ciwanan heye. Ev berxwedan, ev têkoşîn hemû, asta azadiyê ya pêngavê rewşeke bi vî rengî afirand. Divê em vê yekê bibîne. Ji ber vê jî pêngava azadiyê ya navneteweyî divê hîn bi xurtî dewam bike. Berxwedana civakî divê li her derê bê kirin û bi rengekî mezin dewam bike. Di 16’ê Mijdarê de li Kolnê meşeke mezin heye. Gelê me divê ji 7 heta 70 salî tevlî bibe. Rêxistina Ewropayê seferberî ragihand. Ev yek gelekî bi wate ye. Ji 1’ê Mijdarê heta 16’ê Mijdarê li çar parçeyên welat û derveyî welat divê di nava seferberiyê de bin. Her tim divê seferber be. Ne tenê di demeke diyarkirî de be. Bi rastî jî pêvajoyeke awarte heye. Li ser gelê Kurd, li ser gelan şerekî qirkirinê tê meşandin. Bûyerên gelekî dîrokî diqewimin. Ji aliyê gelê me, ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve em di nava pêvajoyeke diyarkirina çarenûsê de ne. Lewma divê em her tim di nava seferberiyê de bin.
Divê tenê bi meşa Kolnê re sînorkirî nemînin. Di vir de divê gelê me yê li Ewropayê îradeyeke gelekî xurt nîşan bidin, li gel dostên xwe. Bi rastî jî divê Koln, divê her devera Ewropayê veguhere deryaya mirovan. Ev yek divê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat timî dewam bike, bi rengê serhildanê dewam bike.
Hozat li ser polîtîkayên înkarê jî rawestiyan û wiha axivî: “Rewşeke trajîkomîk heye. Weke ku qalê tê kirin, pêvajoyeke çareseriyê nîne. Ev dewlet jî xwedî îradeyeke çareseriyê nîne. Di mejiyê xwe de guhertinek nîne. Di polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî de guhertinek nîne. Berevajî guhertinê, di rewşa heyî de, mejiyê heyî yê dewletê, AKP ku vê dewletê temsîl dike, desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku rêveber e, hemû derfetên xwe seferber dike û dixwaze polîtîkaya qirkirina Kurdan a sed salî bibe encamê, temam bike. Ev yek eşkere ye, li vê yekê mikur hatin. Lewma li holê mejiyekî çareseriyê yê vê dewletê, vê hikumetê, vê desthilatdariyê nîne, îradeyeke xwe ya çareseriyê nîne. Ya heyî polîtîkaya qirkirinê ye ku dewam dike. Ji bo vê polîtîkaya qirkirinê bi ser bixîne serî li rê û rêbazên şerê taybet û lîstikan dide. Divê ev pêvajo bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin. Li holê şerekî giran ê taybet heye.”
‘Li herêmê nexşe tên guhertin’
Hozat li ser şerê cîhanê yê seyemîn jî nirxandin kir û got: “Bûyerên cidî hene. Li herêmê nexşe têne guhertin. Sînorên li herêmê têne guhertin. Li herêmê rewşeke cuda derdikeve holê. Li herêmê li ser bingeha berjewnediyên Îsraîlê, li ser bingeha pêkanîna ewlehiya Îsraîlê, li ser bingeha ewlehiya Îsraîlê herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Lewma her cûre derfet pêşkêşî Îsraîlê tê kirin, piştgirî jê re tê dayin. Îsraîl niha li herêmê şerekî emperyalîzmê yê mezin dimeşîne. Bi heman rengî NATO her cûre piştgiriyê dide dewleta Tirk. DYE her cûre piştgiriyê dide. Polîtîkayeke bi heman rengî ji aliyê dewleta Tirk ve di bi navê neo-Osmanî de li herêmê weke polîtîkayeke dagirkeriyê tê meşandin. Dewleta Tirk polîtîkayeke emperyal dimeşîne. Îsraîl û dewleta Tirk niha li herêmê polîtîkayên dişibin hev dimeşînin. Di nava hevrikiyeke gelekî cidî de ne. Her dewletek bi piştgiriya ji NATO, Emerîka û Îngilistanê hewl dide hegemonya xwe li ser herêmê ava bike. Lê belê niha rewş bi vî rengî ye. Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku bi piştgiriya Îsraîl, Emerîka, Îngilistan û dewletên Rojavayî bi pêşengiya Îsraîlê tê meşandin, konsepta li ser herêmê di rewşa heyî de ji gelek aliyan ve Tirkiyeyê li derve dihêle. Gelek peymanên enerjiyê hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Ji Hindistanê heta bi Derya Spî û Ewropayê li gelek herêman peyman hatin çêkirin, Tirkiye li derve ma. Tirkiye ji vê yekê gelekî bi fikar e. Di nava tirs û fikareke mezin de ye. Polîtîka û stratejiya heyî ya li herêmê tê meşandin, biçûkbûna netewe dewletên li herêmê jî bi xwe re tîne. Dewleta Tirk niha di nava panîk û tirsa vê yekê de ye. Ev gotin, divê li gorî van bûyeran bêne nirxandin. Pêwendiya xwe bi vê yekê re heye. Hewl dide Kurdan bixapîne, bê têkoşîn bihêle, bê bandor bike, muxalefeta li Tirkiyeyê bê bandor bihêle, bi vî rengî her kesî li kêleka xwe bi cih bike û ji tengaviyê bi zerareke kêm rizgar bibe. Hewl dide xwe rizgar bike. Dixwaze vê yekê jî bi şerê taybet, bi xapandinê, bi dek û dolaban bike. Lê belê nekarî vê bi demdirêjî bike. Çalakiya TUSAŞ’ê maskeya li ber rûyê wan yekser anî xwarê. Rûyê wan ê rast nîşan da. Nîşan da ku ev gotinên wan çiqasî sexte ye, di bin van gotinan de planeke mezin a qirkirinê heye, hewl dide vê planê bi rengekî giran bimeşîne. Çalakiya TUSAŞ’ê rûyê rast ê desthilatdariya AKP-MHP’ê raxist pêş çavan.”
‘Rûyê rast dîsa nîşan dan’
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Hozat, bal kişand ser êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û wiha axivî: “Êrîşî Herema Parastina Medyayê kirin. Piştre polîtîkaya qeyûm xiste dewrê. Vê yekê jî nîşan da ku ew gotinên desthilatdariyê çiqasê sexte ne, xapandin, hîle û lîstok e. Rûyê xwe yê rast car din nîşan da. Yên ku guh dayîne van, gotin bi rastî jî pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye, gelo wê gavek bê avêtin, wê tiştek biqewime. Lê ji nişka ve hewayê kesên ev tişt gotin, vemirand. Evane hemû di nava demeke kurt de qewimîn. Lîstok heye. Eger îradeyeke rast a çareseriyê hebe, ma gelo pêkan e di nava demeke wiha kurt de evane hemû biqewimin? Ji roja destpêkê ve me got. Evane hemû lîstokên şerê taybet e. Me got bila ti kes bi vê yekê nexape. Bi rastî jî derket holê. Divê mirov van geşedanan hemûyan wiha bibîne û binirxîne. Qeyûm tayînî Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate kirin. Her ku diçe wê qeyûm tayînî şaredariyên din jî bikin. Li Tirkiyeyê her ku diçe wê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bikin. Wê li her derê vê polîtîkayê pêş bixin.
Ev polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Niha Tirkiye bi rastî jî bi dîktatoriya faşîst tê birêvebirin. Muxalefetê nexwest vê yekê bibîne. Her cure bêhiqûqî, bêedaletî, zilm, zext û êşkenceyali hemberî Kurdan, normal hate dîtin. Her kesê çavê xwe girt. Ji nedîtî ve hat. Ji nebihîstî ve hat. Niha yek bi yek li hemûyan dixe. Dibêjin ku hingî tu bêdeng bî, wê dora te jî were. Bêdeng bûn, vêca niha dora wan hemûyan hatiye. Ev wê tenê bi Kurdistan û Esenyûrt’ê re sînordar nemîne. Ev wê belavî hemû Stenbol û Îzmîrê bibe. Yanî wê belavî her derê bibe. Kî dengekî muxalîf derxîne, wê qeyûm tayîn bike. Wê kesên ku rexne bikin, bigire. Jixwe qanûna sîxuriya bandor derxistin. Yê rexneyeke biçûk bike, deng derxîne, îtîraz bike wê bigirin. Wê bêjin, gefê li bekaya Tirkiyeyê dixwin. Wê bêjin pirsgirêka Tirkiyeyê ya bekayê heye. Wê hemû muxalefetê wiha biçewisînin.
Eger carekê bêedaletî, bêhiqûqî çêbû û te li hemberî vê yekê deng dernexist, wê ev li te vegere. Eger li cihekê rizîn destpê kir, exlaq tune bû, wijdan rabû, êdî tu nikarî pêşî li vê bigirî. Cihê ku ev lê destpê kirî, kuder e? Îmralî ye. Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Bêhiqûqiyeke tirsnak e. Li wir hiqûq nayê pêkanîn. Exlaq nayê pêkanîn. Li wir destpê kir. belavî hemû Kurdistanê bû. Belavî Tirkiyeyê bû. Heta niha li dijî tecrîdê ji ti kesê, ji muxalefetê dengek derneketiye. Bertekek nîşan nedaye. Eger tu li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê deng dernexî, helwest nîşan nedî tu li wir bêhiqûqî û bêedaletiyê rexne nekî, gelo ma tu wê bikarî li Tirkiyeyê pêşî li bêedaletî û bêhiqûqiyê bigirî? Tu nikarî. Ev wê li Stenbolê jî bê pêkanîn. Ev wê li Îzmîrê jî bê pêkanîn. Ev wê li her derê bê pêkanîn. Ev wê li ber deriyê CHP’ê jî bê pêkanîn. Dibe ku sibe mohrê li deriyê CHP’ê bixin. Dibe ku bêjin têkîliya CHP’ê bi terorê re heye. Dibe ku CHP’ê bigirin. Dibe ku Ozgur Ozel bigirin, Îmamoglû jî bigirin. Eger tu deng dernexî, tu wê nikaribî pêşî li vê yekê bigirî. Êdî di vê qonaxê de Bahçeliyê faşîst jî, desthilatdariya Erdogan jî, her kes dibêje li Îmraliyê tecrîd heye. Yanî tecrîd îtîraf kirin. Îtîraf kirin ku sûcekî mirovahiyêyê çawa dikin. Tecrîd sûc e. Niha hemûyan sûc îtîraf kir. Hemû jî dibêjin ku em 26 sal in li Îmraliyê sûc dikin, em sûcê mirovahiyê dikin.
Hin gotinên erênî yên CHP’ê hene. Ev demeke dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Devlet Bahçelî got, pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye. Li dijî vê yekê Ozgur Ozel îtîraz kir. Got, na, pirsgirêka Kurd heye.
Niha CHP’ê îtîrazî vê yekê kir. Got, na, pirsgirêka Kurd heye. Em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Baş e, bir rastî jî divê mirov çepikan ji vê nêzîkatiyê re bixe. Divê mirov teqdîr bike. Lê belê êdî gelê Kurd ji van gotinan têr e. Ev nû nayê gotin. Hemû desthilatdarên hatine û çûyîne, gotin pirsgirêka Kurd heye. Ti kesê negot, pirsgirêka Kurd nîne. Erdogan jî dema li gorî berjewendiyên wî ba, got pirsgirêka Kurd heye. Dema ne li gorî berjewendiyên wî ba, got pirsgirêka Kurd nîne. Dema li gorî berjewendiyên wî ba, got rêya pirsgirêka Kurd li Amedê re derbas dibe, ne li gorî berjwendiyên wî ba digot eger tu nefikirî pirsgirêka Kurd nîne. Ji yên destpêkê Erbakan jî ev got, Ozal jî got. Mesût Yilmaz jî got. Yê negotî, nîne. Di raporên berê yên CHP’ê de hene. Pirsgirêka Kurd qebûl dike. Dibêje heye. Ev têrê nake.”