Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat, di bernameya taybet a Televîzyona Medya Haberê de, bi wesîleya 47emîn salvegera damezrandina PKKê û qonaxa gihiştî ya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, pêşketinên heyî re nirxand. Besê Hozat diyar kir ku têkoşîna 52 salan a PKKê ji bo gelê kurd, jinan û hemû mirovahiyê re hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û nirxên demokratîk da qezenckirin.
Nirxandinên Besê Hozat bi temamî wiha ne: “Îro 47emîn salvegera damezrandina PKKê ye. Ez pêşî salvegera 47emîn a PKKê, Cejna Berxwedanê ya kurdan ji Rêber Apo re, ji gelê me re, ji gelan re, ji jinan re, ji hemû mirovahiyê re pîroz dikim.
Ji şehîdê pêşîn heta yên ku herî dawî hatine ragihandin Sabrî Tendurek û Masîro Xabur, ez bi hûrmet, hezkirin û bi minet hemû şehîdên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi bîr tînim. Têkoşîna PKKê têkoşîneke 52 salan e. 41 sal jî têkoşîna çekdarî bû. Bi xwe re nirxên demokrasî û azadiyê yên pir mezin afirandin. Ne tenê ji bo kurdan nirxên mezin derketin holê. Ji bo jinan, ji bo gelan, ji bo hemû mirovahiyê bi rastî jî nirx û destkeftiyên pir mezin derketin holê.
Di vê têkoşînê de bedelên mezin jî hatin dayîn. Di vê têkoşînê de me gelek hevalên hêja, mirovên welatparêz û şoreşger, wendakirin. Gelê me bêguman êşên mezin kişandin. Koçberiyên mezin jiya, ji warê xwe û cihê xwe hate derxistin, rastî zordariyên pir mezin hat. Lê ev bedel hemû hêjayî vê bûn. Lewre gelê kurd rûmet bi dest xist, hişmendiya azadiyê bi dest xist û îradeya azadiyê bi dest xist. Li ser hebûna wê înkareke mezin hebû, gelê ku dihat înkarkirin bû. Gelê ku ber bi mirinê ve diçû bû. Bi vê têkoşînê gelê kurd dîsa vejiya. Bi berxwedanê, bi têkoşîneke mezin hişmendiya azadiyê, îrade û rêxistinbûna azadiyê bi dest xist.
Ev bi rastî pir girîng in. Bi windakirina rûmetê re rû bi rû bû; niha bûye gelê herî rûmetdar ê herêmê û cîhanê. Bûye gelê herî demokrat û herî azadîparêz ê herêmê. Ev rûmeteke pir mezin e. Ev destkeftiyeke pir mezin e. Bi vê têkoşîna 52 salan înkar şikest.
Bêguman wekî min got bedelên mezin jî hebûn. Lê înkar şikest. Îro jî dewleta tirk a ku sed sal inkar, tunekirin û qirkirina li ser gelê kurd daye meşandin, gelê kurd –hêjî bi gotinê be jî, hê nebûye mafên zagonî, hiqûqî û destûrî jî, neketibe nava hiqûqê jî– di gotinê de, di siyasetê de, gelê kurd wekî gel tê qebûlkirin. Ev li Tirkiyeyê, li herêmê, li cîhanê tê qebûlkirin. Ev encamek pir girîng e. Ev têkoşîn bi xwe re li herêmê jî ronîbûn û hişyarbûnek kûr anî. Ji bo gelan, ji bo civaka herêmê û ji bo jinan pêvajoyeke guherîn û veguherîna mezin, ronîbûnê û li Rojhilata Navîn Ronesansê pêş xist. PKK bi rastî ji bo Rojhilata Navîn bûye tevgereke ronîbûnê û bûye tevgereke Ronesansê. Encamên vê îro bi awayekî berbiçavtir dibînin.
Ji bo jinan bû tevgereke azadiyê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan, di jinên kurd de hişyarî, ronîbûn, îradebûn, rêxistinbûn û asteke azadbûnê ya mezin derxistiye holê. Îro hem li herêmê hem jî li cîhanê asta ku jinên kurd gihîştiye -ji aliyê hişyarî, rêxistinbûn û îradeyê ve- bi rastî ji bo hemû jinan mînakek e. Ev pir girîng e. Ev di heman demê de veguherîna ku gelê kurd jiyaye jî îfade dike. Asta ku gelê kurd di warê demokratîk û azadîparêziyê de gihîştiye, bi asta jinên kurd ve tê îfadekirin. Ev girîng in. Ev qezancên mezin in.
Bi kurtî, bi vê berxwedana mezin, bi vê berxwedana bi rûmet înkar şikest. Niha em di pêvajoya avakirina azadiyê de ne. Bi paradîgmaya neteweya demokratîk, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan re em avakirineke nû pêş dixin. Ev qezanceke mezin e. Ji bo kurdan û ji bo hemû mirovahiyê nirxeke mezin a demokrasî û azadiyê ye.
Pêvajoya ku em ketine, di me de, di gelê me de coşeke mezin çêdike. Ez bawer im ku di her kesê/î ku kûrahiya vê pêvajoyê fêm dike, tê digihîje, heman coşê dijî. Lewre bi xwefesihkirina PKKê têkoşîn neqediya; têkoşîn ber bi asteke pir bilindtir ve hatiye birin. Mezintir bû, belavtir bû û bihêztir bû.
PKKê di 5-7ê gulanê de destpêka guherîn û veguherînekê ya mezin, destpêkeke bihêztir bi awayekî fermî ragihand. Ev pêvajo li ser nirxên 52 salan ên ku PKKê afirandine -nirxên azadî, demokrasî, wekhevî, edaletê- pêvajoyeke ji nû ve avabûnê ye. Pêvajoyeke guherîn û veguherînê ye. Pêvajoyeya jiyana azad, rêveberiya xweser û avakirinê ye. Ev pêvajo li ser têkoşîna 52 salan a PKKê, li ser berhema wê têkoşînê, mîrate û nirxên wê pêş dikeve. Heke têkoşîna 52 salan nebûya, heke ev nirxên ku têkoşînê derxistibûn holê nebûna, me yê îro nikarîba behsa guherîn û veguherînekê wiha, avakirina jiyana azad, Tirkiyeya demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk, îddîa û biryardariya wê bikira.
Ev pêvajo hemû; îddîa, biryardarî, coş, hêvî, bawerî û şahiya wê jî, li ser encama ku ev nirx derxistine holê pêş dikeve. Ji ber vê yekê, erê, ev ne dawîbûn e, ev destpêkeke nû ye, ev pêvajoya avakirina jiyana azad e. Ev avakirina paradîgmaya azadiyê, paradîgmaya neteweya demokratîk, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e ku ne tenê li Kurdistanê, li herêmê jî tê avakirin. Bi îdîaya belavbûna li cîhanê, xwegihandina gelên cîhanê re, xwegihandinek bihêztir mirovahiyê re, bûyîna jiyaneke nû li cîhanê, bûyîna alternatîfeke nû, ji bo gelan bûyîna alternatîfeke azadî û demokrasiyê ye û têkoşîn di vê pêvajoyê de bilind dibe.
Ji ber vê yekê ev jî pêvajoyeke têkoşînê ya nû ye. Bêguman ev ji xisleta PKKê tê. Yanî PKK her tim diyalektîka guherîn-veguherînê bi awayekî bi hêz xebitand. Dogmayan her tim lêpirsîn kir, qalib û ezberan lêpirsîn kir. PKK tevgereke ku di serdema Şerê Sar de ava bûye ye. Erê, ji sosyalîzma rastîn bandor bû. Ji paradîgmaya netew dewletê bandor bû, ji têgihiştina desthilatê bandor bû. Ev hemû rast in. Ev di bernameya wê de, di stratejiya têkoşîna wê de jî tê dîtîn. Bêguman di têkiliyên wê de, di jiyana wê de jî bi astekê xuya bûn. Lê her tim Rêber Apo lêpirsîn kir. Sosyalîzma rastîn lêpirsîn kir, pergalên netew-dewletê lêpirsîn kir. Têgihiştina netew-dewletê ya ku bi têkoşînên rizgariya neteweyî derketibû holê, wekî perspektîf û têgihiştina çareseriya pirsgirêka neteweyî, bi xêza sosyalîst a rastîn be jî bi kûrahî lêpirsîn kir. Û li ser vê yekê her tim PKKê, kadroyên PKKê, gelê welatparêz, hemû çîn û kesên ku ji PKKê bandor bûne xist nava lêpirsîn û diyalektîka guherîn-veguherînê. Ev guherîn û veguherîna dîrokî û kûr a PKKê jî ji vê diyalektîka ku ji destpêkê ve dixebitî pêş ket. Erê, dogmatîzm bi astekê mezin hat jiyîn, ev bandor hemû hatin jiyîn. Lê her tim lêpirsînek, her tim diyalektîka guherîn-veguherînê di nava PKKê de xebitî. Mekanîzma rexne û xwerexneyê di nava PKKê de jî bi rastî li ser vê diyalektîkê ava bûye. Yanî têgihiştina rexne û xwerexne, çanda li ser wê ava bûye, hemû bermahiyên hiş, qalib, têgeh, nêrînên kevn her tim xistiye nava lêpirsîn, çareserkirin û têkoşîna li dijî wan, têkoşîna bîrdozî û siyasî bi xwe re aniye.
Ev jî zeminê guherînekê wiha kûr û bi hêz amade kir û xemiland. Ev girîng e. Kesên ku karakterê PKKê yê wiha, diyalektîka wê bi awayekî bi hêz fêm nekin, nikarin pêvajoyên guherîn-veguherînê yên PKKê jî bi awayekî rast fêm bikin. Heke em bala xwe bidin, ji sala 1993yan ve Rêbertiya me ket nava lêgerîneke wiha. Heke dewleta tirk bikeve çareseriya siyasî, di wê pêvajoyê de Rêber Apo amade bû ji bo diyalogê. Bang kir, agirbest ragihand. Xwest pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasî çareser bike. Ev bi awayekî aşkere li cîhanê ragihand. Turgut Ozal xwest vê bike, peyamên erênî dan. Turgut Ozal hat kuştin. Di nava dewletê de her kesê ku ber bi vê ve diçû bêbandor kirin. Çiqas derdorên rantxwar ên ku ji şer dixwarin ava bûn û destûr neda. Ev tiştekî pir girîng e. Bêguman tiştekî bingehîn jî, helbet nêzîkbûna PKKê ya li jinan, têgihiştina azadiya jinan, têkoşîna azadiya jinan e; di nava PKKê de jina azadbûyî her tim hişt ku PKK xwedî xeteke demokratîk û azadîparêz be û di wê xetê de hişt.
Di nava PKKê de ev diyalektîka guherîn-veguherînê ya ku min got her tim zindî û dinamîk hişt. Ev pir girîng bû. Têkoşîna ku jinan di nava PKKê de daye, têkoşîna azadiyê, di heman demê de di hemû PKKê û hemû kes û çînan ku ji PKKê bandor bûne de jî ev dinamîzm û diyalektîkê her tim zindî û bi hêz hişt. Ew pêvajo zeminê vê pêvajoya nû jî bi awayekî bi hêz amade kirin. Ev guherîn û veguherîn, ev diyalektîk di heman demê de mezinbûna têkoşîneyê jî… Bêguman mezinbûna wê, belavbûna wê li hemû cîhanê, pirsgirêkên gelê kurd li hemû cîhanê xuya bûn. Îro pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Ji destpêkê ve pirsgirêkeke navneteweyî bû, lê dihat înkarkirin û dihat nixumandin. Politikaya qirkirineke pir kûr dihat meşandin. Niha ev hemû tişt şikandin. Ev bi rastî derbeyeke mezin li politikaya qirkirinê xist.
Me 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan li pey xwe hişt. Bi taybetî li Kurdistanê, li bakurê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê, li parçeyên din, li Rojhilata Navîn, li navenda Tirkiyeyê û bi taybetî li Stenbolê, li çar aliyên cîhanê jinan li dijî tundiyê rabûn û bertekeke pir bi hêz nîşan dan.
Bi rastî çalakiyên gelekî berfireh û bi hêz ên şermazerkirinê pêş ketin. Ez pêşî vê sekna jinan, vê sekna berxwedanê ya jinan silav dikin, pîroz dikin û pir girîng dibînim. Hemû jinên şoreşger û pêşeng ên ku ji bo têkoşîna azadiya jinan bedelên mezin dane, jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne, ez bi hurmeteke mezin, bi hezkirin û bi mînet bi bîr tînim.
Bêguman bi saya van bedelên mezin îro jin, li Kurdistanê, li herêmê û li hemû cîhanê hişyariyeke mezin dijîn. Êdî pirsgirêka zayendî bi rastî bûye pirsgirêkek sereke. Di sedsala 21emîn de jî nakokiya bingehîn û nakokiya sereke ye. Têkoşîna jinan, lêgerîna azadiyê ya jinan, xebatên ku di vê mijarê de dikin, îrada ku derdixin holê û asta têkoşîna wan pergala heyî ji kokê ve dihêjinê.
Sedema ku îro tundî li dijî jinan ewqas zêde bûye û gihîştiye asteke metirsîdar, hişyariya di jinan de ye, asta azadbûna jinan e û têkoşîna ku jin pêş dixe ye. Ew metirsiya mezin e. Tirsa mezin a mêrê desthilatdar, dewleta desthilatdar û pergala modernîteya kapîtalîst e. Lewre wekî min got, ev pergalê ji bingehê ve dihejîne. Zihniyeta mêrê desthilatdar bi awayekî giran dihejîne û direşîne. Ji ber vê yekê zihniyeta desthilatdar, pergal û çanda desthilatdar niha di pêvajoyeke helandinê ya pir giran de ne. Ev pir girîng e. Bêguman ev bi vê têkoşînê çêbû. Bi bedelên mezin ên ku jin dane û bi têkoşîna wan a mezin çêbû. Ev bi rastî pir girîng e.
Tundiya li dijî jinan rewşekê ku tenê îro tê jiyanin nîne. Bi rastî tundiya mêr a li dijî jinan dibe ku destpêka şerê yekemîn bû. Destpêka tundî û şerê ku pergala desthilatdar li dijî civakê pêş xistiye bû. Ev tundî bi awayekî kûrtir bûye çand, bûye kevneşopî, bûye pergal û heta îro hatiye û kûrtir bûye. Îro wek tundiya li dijî jinan, li dijî zarokan, li dijî ajalan, li dijî xwezayê û li dijî civakê derdikeve holê. Ev jî wekî qirkirin derdikevin pêşberî me: qirkirina civakê, qirkirina jinan, qirkirina xwezayê. Ev ji bo civakê û ji bo mirovahiyê felaketeke mezin e. Yanî ewqas tundî û şer gihîştiye vê astê. Êdî bûye êrişeke li dijî hemû nirxên mirovahiyê, bûye tundiyek li dijî wan.
