18 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Berxwedêrên 14ê Tîrmehê bûn sembola rûmetê’

Gaziya şer Zarîn Kobanê ya şehîdên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê bi bîr anî got: “Wan lehengan li  hember faşîzma teslîmiyet û xiyanet dida ferzkirin, bi hêzeke di ser îradeya mirovan re berxwedanê hilbijartin. Ev bûn sembola rûmetê û pêşengên tevahî gelên azadîxwaz.”

Berî niha bi 43 salan 14ê Tîrmeha 1982yan komek pêşengên Tevgera Azadiyê û hevrêyên bi nirx ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember kiryarên darbeya faşîst a eskerî ya 12ê Îlonê li Zindana Amedê dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Ev berxwedan û têkoşîn li hember faşîzma 12ê Îlonê ya dixwest doza kurd careke din binax bike bersiveke herî bi hêz û xurt bû. Ev berxwedan di heman demê de bû hesabpirsîneke dîrokî. Pêşengiya wê jî kadroyên herî bijarte yên PKKê kirin. Di encama vê berxwedanê de rejîma mêtinkar û qirker rastî têkçûneke mezin hat. Pêşengên Tevgera Apoyî û gelê kurd bi ser ket.

Têkildarî salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmeha 1982yan endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Zarîn Kobanê nêrînên xwe anî ziman.

Gaziya Şer Zarîn di şexsê berxwedêrên 14ê Tîrmehê de Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yılmaz û Alî Çîçek de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “Di salên 1980an de di serî de li Zîndana Amedê bi taybet li ser girtiyên ji doza PKKê zilm û zextek dijwar dihat meşandin. Ya dihat ferzkirin teslîmiyet, poşmanî û bêrûmetî bû. Li hember wê pêşengên PKKê hevrêyên Rêber Apo li ber xwe dan.  Hevalê Mazlûm Dogan di Newroza 1982yan de, Çaran di Gulana 1982yan de xwe fedakirin. Heval Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14ê Tîrmeha sala 1982yan de çalakiya rojiya mirinê dan destpêkirin û darbeya faşîst a eskerî ya 12ê Îlonê têk birin. Wan hevalan bi şehadeta xwe rêya diçe azadî, wekhevî û jiyaneke bi şeref heta dawiyê rohnî kirin.”

Zarîn Koçer anî ziman ku Tevgera Apoyî di her şert û mercî de gavên kes ne li bendê ye pêş dixe û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Wan lehengan li hember faşîzma teslîmiyet û xiyanet dida ferzkirin, bi hêzeke di ser îradeya mirovan re berxwedanê hilbijartin û di têkoşînê de biryara xwe dan. Wan ji her mirovî zêdetir ji jiyanê hez dikirin. Ji her kesî zêdetir ji azadî û serketinê bi bawer bûn û lewma ev rê hilbijartin. Pêşengên Tevgera Apoyî li  Zindana Amedê li dijî zilm û neheqiyan şerê rûmetê dan destpêkirin. Hilma agirê berxwedana Zîndana Amedê li her derê Kurdistan belav bibû.”

Gaziya şer Zarîn Koçer di dewama axaftina xwe de got: “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin derbeke mezin li pergalê xist û tevahî polîtîkayên dijmin serûbînîhev kir. Em bi vê wesîleyê careke din pêşeng û şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev heval  bûn sembola rûmetê û pêşengên tevahî gelên azadîxwaz. Em bi wan ser bilind in.”

Di dawiyê de jî Zarîn Koçer ev bang kir: “Weke hevalên gaziyên şer û tevahî gelên herêmê divê em xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo derkevin. Rêber Apo ji bo azadiya gelan bi salan e têkoşîn dike. Ji bo serxistina vê pêvajoya nû em ê jî ya dikeve ser milên me bêteredut pêk bînin.”