Li navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin û li navçeya Cizîrê 37 rojan û li navçeya Cizîrê jî 79 rojan qedexeyan berdewam kir. Di qedexeyan de li navçeya Silopiyayê zarok û pîr jî di nav de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Cizîrê jî di 79 rojên qedexeyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û di navçeyê de wêraniyên mezin pêkhatin. Li ser qedexeyên derketina derve ya her dû navçeyan de 9 sal derbas bûn û kujerên kesên jiyana xwe ji dest dane nehatine cezakirin.
‘Em çong danaynin’
Mehmet Tûnç yek jî pêşengê berxwedana Cizîrê ye. Mehmet Tûnç bi berxwedana xwe li Cizîrê bû mînak û bîranînên wî hê li kolanên Cizîrê ku li ber xwe dabû dijîn. Mehmet Tûnç di qedexeyan de gotibû, “Em çong danaynin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin”. Ev banga wî li tevahî Kurdistanê belav bû li ser soza xwe sekinî û heta mirinê li ber xwe da. Mehmet Tûnç yek ji wan kesên ku di jerzemînên Cizîrê de hate şewitandin û kuştin. Mehmet Tûnç piştî mirinê gelek bîranîn û mîrateya berxwedanê ji rêhevalên xwe re hişt.
Kurê Mehmet Tûnç Adem Tûnç ku dema bavê wî jiyana xwe ji dest dabû 17 salî bû, qala wan rojan kir. Adem Tûnç diyar kir ku wê demê êrîşek mezin li ser gelê Cizîrê pêk hat û wiha got: “Berxwedaneke mezin bû. Em bi wan serbilind in. Em tu carî wan rojan û şehîdên wê berxwedanê ji bîr nakin. Tevî 9 sal di ser de derbasbûn jî, kujer nehatin cezakirin. Me gelek caran serlêdan kirin. Lê serlêdanên me bêencam man. Bavê min wê demê di televîzyonê de bangavazî dikir û digot yên ku birîndar bûnê divê dewlet korîdorê veke ku bikarin biçin nexweşxanê. Lê nehiştin ambulans biçe cem wan. Ji ber wê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.”
‘Dewletê li dijî gel şer kir’
Adem Tûnç destnîşan kir ku dewletê li dijî gelê Cizîrê şer kir û wiha axivî: “Dibêjin şerê PKKê û dewletê bû. Lê ne wisa ye di rastiyê de şerê dewletê yê li dijî gel bû. Apê min Orhan jî di qedexeyan de hat kuştin. Apê min tu çek di destê wî de tune bû. Lê kujer nehatin cezakirin. Di ser de jî em sûcdar kirin. Bi ser mala me de girtin. Dibêjin em li gor mafê mirovan tevdigerin. Lê di rastiyê de pêk nayê. Di dema qedexeyan de em 20 rojan li Cizîrê man û piştre çûn Êlihê. Her tim fikara me ew bû ku gelo dê sibê kî bê kuştin an wê çi bibe. Derdora bajar bi tang û çekên giran hatibû girtin. Dema em bi bavê xwe re diaxivîn ji me re digot, ‘Ev şer ê dawiye yan em ê bi ser bikevin an jî bimirin.’ Lê niha em dinêrin ew berxwedan bi serketiyê. Ji ber ku Cizîr hê jî li berxwe dide. Weke malbata Mehmet Tunç em ê li ser heqîqeta wî bimeşin. Bavê xelkê ji zarokên xwe re pere dihelê. Lê bavê me ji me re şeref û namûs hişt. Ew ji pere û ji her tiştî girîngtir e. Em ê jî li ser şopa bavê xwe bimeşin.”
ÇAVKANÎ: AJANSA WELAT