Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 13 rojin, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.
Xelkê wargehê 13 rojin şev û roj di nava berxwedanê de ne, her wiha leşkerên Iraqê jî di dorpêçkirinê de bi israr e û 13 rojin her roj hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.
Xelkê Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobed girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigre. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrîşî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargehê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.