9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Tişrînê nîşan da ku gel û şervan çawa bûne yek

Rizgar Efrîn

Pêwîst e em fikr û felsefeya Rêbertî ya îro di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyanî dibe, li tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bikin. Divê bi coş û heyecaneke mezin em fikra neteweya demokratîk, xwişk û biratiya gelan, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bigihînin hemû gel û baweriyan.

Em dikevin yekemîn salvegera Berxwedana Tişrînê ya dîrokî. Ev berxwedana 8ê Çileya 2025an dest pê kir, roj bi roj mezin bû û cîhanî.  Di serî de salvegera berxwedana Bendava Tişrînê pîroz dikim. Berxwedêrên di parastina Bendava Tişrînê de şehîd bûne bi hurmet bi bîr tînim.

Gelên herêmê bi salan di pêşengtiya şervan û fermandarên xwe de şerekî pir xurt dan meşandin û bi wêrekî li hemberî hêzên herî tundrew şer kirin. Di encama vê berxwedanê de çete ji herêmê hatin derxistin û Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Hêzên YPG, YPJ û HSDê di vê serketinê de bi roleke dîrokî rabûn. Şervanên ji pêkhateyên herêmê pêk tên ji dil, bi fedakariyeke mînakên wê pir kêm in, bi îrade û hêza ji Rêbertî û şehîdan digirin ala serketinê bilind dikin.

Piştî bi sedê salan îro li herêmeke Rojhilata Navîn gel û bawerî bi nasname ziman û îradeya pêkve xwe bi rê ve dibin. Jin li hemû qadên xebatê û têkoşînê pêşengtiyê dikin. Ev herêma em jêre dibêjin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstema xwe ya li ser esasê xwişk û biratiya gelan ava kiriye ji hemû gelên azadîxwaz re bûye îlham û hêviya pêşerojeke bêzext û bêtundî.

Ev ji bo her kesî û bi taybet ji bo me gaziyên şer ên di vê berxwedanê û şoreşê de berdêl dane cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ev tevahî nirx di encama têkoşîna bi rûmet a şehîdên me yên qedirbilind, bi perspektîf, fikir û bîrdoziya Rêber Apo pêk hatin. Pêwîst e her kesê li ser vê axê dijî qîmetê keda hatiye dayîn, berxwedana hatiye meşandin bizane.

Divê em qet derfetê nadin kesên xêrnexwaz û xerab ên çavên wan lê ye şoreşa me têk bibin. Ji bo vê jî hewce ye em ji her demê bêhtir bixebitin û têkoşîn bikin. Dîsa pêwîst e, em xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de pêş bixin. Berhemên Rêber Apo ji bo em karibin pergaleke neteweya demokratîk ava bikin çavkaniyeke herî dewlemend e. Ji bo mirovatiyê her tişta pêwîst di parêznameyên Rêber Apo de hene. Lewma divê em dubare dubare bixwînin, binirxînin û bigihînin her kesî.

Pêwîst e em fikr û felsefeya Rêbertî ya îro di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyanî dibe, li tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn belav bikin. Divê bi coş û heyecaneke mezin em fikra neteweya demokratîk, xwişk û biratiya gelan, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bigihînin hemû gel û baweriyan. Bi ronahiya fikir û felsefeya Rêber Apo em dikarin ronesansa Rojhilata Navîn ava bikin. Hem di aliyê teorîk hem jî pratîkî de ev hêza me heye. Dê ev ronesans bandora xwe li ser tevahiya cîhanê jî bike. Em weke gaziyên şer ji xwe bawer in. Em ê  têkoşîna xwe berdewam bikin, ji dil û can kar û xebata xwe bikin.

Berxwedana Bendava Tişrînê jî li ser mîras û têkoşîneke wer muezem pêş ket. Berxwedana Tişrînê nîşanî her kesî da ku bê gel û şervan çawa bûne yek û ji bo rûmeta xwe her tiştî didin ber çavan. Ez tevahî gelên me û hevrêyên me yên gaziyên şer ên bi rojan ji bo parastina Bendava Tişrînê û herêmê di nav berxwedana bi heybet de cih girtin, bi rêzdarî silav dikim.