9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê bi ser bikeve

Lava Eyo

Xelkên li her du taxan ên bi salane di rewşeke xweparastinê de ne, her li ber xwe didin û serê xwe ji ti hêzên dagirker û êrişkar re netewandine. Li wan taxan hema hema her malbat xwedî şehîd, gazî û şervanekî  ye.

Di van rojên dawiyê de li Rojava û Sûriyeyê gelek bûyer çêdibin. Çeteyên girêdayî dewleta tirk û yên HTŞê êrişî ser xelkên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd dikin. Ev êrîş ji sedî sed ji bo kûrkirina alozî û kaosa li Sûriyeyê ye.

Di encama wan êrişan de zarok û jin jî di nav de bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Bêguman li hember êrişan berxwedaneke bêhempa jî berdewam dike.

Ciwan û jinên li her du taxan ji bo parastina rûmet û kerameta xwe û pûçkirina êrişên çeteyên hov di nav têkoşînê de ne. Weke tê zanîn ji adara 2025an çeteyên girêdayî dewleta tirk ji bo valakirina her du taxên ku piraniya niştecihên wan kurd in li pey lîstik û planên qirêj in. Êrişên xwe yên nemerdane pêk tînin.

Aşkere ye ku dewleta tirk dixwaze Helebê bike vilayeteke xwe. Ji ber li Şêxmeqsûd û Helebê gel bi awayekî demokratîk bi hêz û îradeya xwe xwe bi rê ve dibe jî pir aciz dibe. Halbûkî di vê cîhana me ya li her cihî şer û pevçûn hene, pêwîstiya her gel û  neteweyekî bi aştî, wekhevî û jiyaneke bêtundî heye. Lê ev çeteyên nesîbê xwe ji mirovatiyê negirtine bi çavsorî êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin.

Xelkên li her du taxan ên bi salane di rewşeke xweparastinê de ne, her li ber xwe didin û serê xwe ji ti hêzên dagirker û êrişkar re netewandine. Li wan taxan hema hema her malbat xwedî şehîd, gazî û şervanekî  ye. Ez ji dil û can bawer im wê berxwedana gel bi ser keve. Bi rastî vîna gelê wan taxan pir xurt e. Tevî derfetên kêm jî têkoşîna xwe ya li hember çeteyan didomînin.

Ev vîn teqez wê bi ser bikeve. Xelkên berxwedêr ên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wê nehêlin lingên kirêt ên çeteyan bikevin taxên wan. Berxwedana gelên me yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cihê rûmetê ye. Ez berxwedana xelkên me silav dikim. Banga min li hemû jin û ciwanan jî ew e ku dengê xwe bi dengê berxwedana li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd re bikin yek. Îro roja rûmetê. Divê em xwedî li nirxên me yên bi xwîna şehîdan ava bûne derkevin.