12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana li dijî qeyûman di roja 11’an de didome

Berxwedana li dijî qeyûman li Mêrdîn, Xelfetî û Êlihê di roja 11’emîn de berdewam dike û di çalakiya li Êlihê de ji bo tevlêbûna mîtînga 17'ê Mijdarê bang hate kirin

Li Êlihê berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, “Eger çareseriyê dixwazin bila tecrîdê rakin” û ji bo mîtînga 17’ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlîbûnê kir.

Piştî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, çalakiyên şermezarkirinê yên li Êlihê destpê kirin, dewam dikin. Girseya gel di roja 11’emîn de li Parka Yilmaz Guney li hev kom bû. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û heyeta ji Şirnexê tevlî çalakiyê bûn.

Girseya gel ber bi Xaçerêya Basinê meşiya û dirûşmên “Bijî berxwdana Batmanê”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîriya.

Xelfetî

Berxwedana li Xelfetiyê li dijî qeyûm hatiye destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê yên zû de hatin pêşiya şaredariyê. Li qada nobetê pankarta “Ne qeyûm, demokrasî” hate daliqandin. Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî di nav de gelek kesan di nobetê de cih girtin û serdanên navçeyên din jî didomin.

Bi mebesta piştevaniyê, ji navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî gelek kes hatin Xelfetiyê û di berxwedanê de cih girtin.

Mêrdîn

Li Mêrdînê jî wekî her roj dîsa çalakî û meş li dijî xespkirina qeyûman di roja 11’an de berdewam kir û xelkê bajêr nerazîbûna xwe li dijî qeyûman anîn ziman. Nerazîbûnên xelkê Mêrdînê li hemû navçeyên wê jî belav bûne. Doh êvarê li navçeya Mêrdîn Dêrikê meşek girseyî bi tevlêbûna hevşarerdar Devrîm Demir û wekîlên DEM partî ên Mêrdînê pêk hat dê îro jî 13 serokên baroyên herêmê hatin serdana partiya DEM ‘ê û piştgiriya xwe ya ji hevşaredarên Mêrdînê anîn ziman. Her wiha îşev jî dê di seat 18:30 da li navçeya Midyadê meşeke girseyî li dijî qeyûman were lidarxistin. Sibê jî di saat 10:00 an li Stewrê û saat 15:00 jî li Ewêna dê meşeke girseyî were lidarxistin.