10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana li Bendava Tişrînê didome

Di roja 53yan emîn a berxwedana bendava Tişrînê de, karwanê ji kantona Firatê nobetdariya li bendavê bi daxuyaniyekê dewrî karwanê kantona Cizîrê kir.

Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 53yan de dewam dike. Gelê kantona Firatê (Kobanê, Eyn Îsa û Sirînê) ku di 25ê Sibatê de nobetê dewr girtibû, îro bi daxuyaniyekê dewrî karwanê ji kantona Cizîrê kir.

Daxuyaniya dewrgirtinê ji aliyê endamê Meclisa Gel a Kobanê Gêlo Hisên û endamê Meclisa PYDê ya bajarê Hesekê Remezan Fetah ve bi zimanê kurdî hat xwendin. Gêlo Hisên da zanîn ku berxwedana bendava Tişrînê 53 roj li pey xwe hiştine û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di vê berxwedanê de digirin.

Gêlo Hisên di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku çawa Şoreşa 19ê Tirmehê di mêjiyê gel de çanda berxwedanê ava kiriye, dê berxwedana li ser bendava Tişrînê jî heya dawiyê bidome.

Gêlo Hisên di dawiya axaftina xwe de got: “Em xatir ji gelê me yê kantona Cizîrê dixwazin û nobetdariya bendavê dewrî wan dikin û dibêjin berxwedan jiyan e.”

Remezan Fetah jî di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîdên berxwedana bendava Tişrînê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ew bejna xwe li hember wan ditewînin.

Remezan Fetah berxwedana HSDê û gelê herêmê silav kir û destnîşan kir ku ew ê heya rawestandina êrişan berxwedanê li bendavê bidomînin.

Karwanê ji kantona Firatê bi dirûşmên “Bijî berxwedana HSD, YPG û YPJê” hat oxirkirin.