12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana jinan dê bi ser bikeve

Jinên kurd, careke din bi şoreşa hilberîner a jinan a rizgariyê xwe dirêjî rabirdû û vê rastiya ku bi qasî dîroka mirovahiyê kavnare kûr dike.

Piştî navbereke dirêj, ji niha  û pêde bi qasî ku derfêt bêjin erê; em ê di rûpela jinê de qala şêwazên têkoşînê, ked û hêza hilberîner a destkeftiyên jinan bikin. Em ê ji çîrokên ezmûnî yên jinên pêşeng hêdî hêdî vebêjin. Hûrik hûrik bixin binê tûrik…

Avakirina hest xweşikbûn e, li gel xîretkirina lêgerîna nasnameyê gera li kesayête ye. Mirov çi bixwaze li wê digere û wê di bîne bêguman. Pêşveçûna ku jinên kurd di hêla bîrdozî û asta civakî de di nava 45 salên borî de nîşandane, bi serê xwe şoreşeke civakî ye. Bi vê ezmûnê ku li gel jinan hêza werekî, têkoşînê pêşketiye. Heskî bila di warê hişmendî de be, dê jin wî kirasê qederê ku lê hatî ferz kirin ew ê vê qederê biçirîne. Ev pêkan e ku jin hêza xwe bi hevre bikin yek, wê bi xwe re lêpirsîna dîrokê kûr bikin. Di vê wateyê de ew ê berxwedana jinan ku li dijî koletî, kedxwariyê raber dike, dê bi serbikeve. Ji bo berpirsiyariya ji nirxên şoreşê re, ev gengaz dibe.

Rast e, hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin bandor kiriye. Têkoşîna Sakine Cansiz, di warê hilberînê de li dinyayê deng vedaye; şoreşa jin, jiyan, azadî ji vê têkoşînê re pêşengî kiriye. Azadî û gelek nirxên mirovahiyê yên dişibin vê wateyê li dinyayê belav kiriye. Di mijara nasnameya jina azad de, parastina mafê kedê de dayîna bedêlên giran ên bêhed û hesab çûbûne. Lê dîsa jî, bi jinên kurd ên têkoşer gav bi paşve neda avêtin!

Jinên kurd, careke din bi şoreşa hilberîner a jinan a rizgariyê xwe dirêjî rabirdû û vê rastiya ku bi qasî dîroka mirovahiyê kavnare kûr dike. Em dibêjin ku hêzên deshilatdar, bi boneya berjewendiyên xwe politîkayeke hovane dimeşînin, li hemberî vê ger ku berxwedanî serkeftinê qezenc bike; berovajî van hovîtiyan dê berxwedan ji cewherê xwe şîn bide. Aliyê xwe yên girêdayî ehlaqê civakêye yê ku wê bi xwezayî biherike çemê dîrokê, wê berxwedan bi serbikeve…

Dema em tên ser rastiya berxwedana jinan û destkeftiyên wê, her çendî di îdîayên xwe de bêjin ku ‘di têkoşînê de jin yekin jî’ lê ji bo pêkanîna serkeftine ev têre nake. Ji ber ku di vê hêlêde de qelsî-lewaziyên xwe hene.  Jin ku şoreşa xwe bi ewayeke baş belav bike, bi misogerî wisa hêza xwe mezin bike, dê xwedî bi hêza rêvebir be. Mesele xwe dirêjî dîrokê kirin e û pêşeroja mirovahiyê ji hovitiya serdema kapîtalîzme rizgarkirin e… Ger ku pêşketin li ser vê bingehê çêbin bêguman, encam serkeftin e.

Bingeha vê hêzê ya dîrokî heye û bi ewayeke rojane belavbûna şoreşê ya bûyarên civakan de hêviya ji bo xwe mezin dike. Her wiha pêwîste ev berxwedaniya ku jin jêre pêşengî dike,  divê ji her alî ve nirxandina mesele bi berfirehî bê kirin. Mexsed fêmkirin e, ser fikrandin e. Bi qasî teybetmendiyên xwe yên lêkolîna jin-nasiyê ku pêş dîtin be jî, aliyên xwe yên neteweyî û civakî de jî bingehek kûr heye. Yanî bingihê ew têkoşînê xwe bi saxlamî hûnandiye. Dema mirov bi baldarî li ser vê rastiyê di ponijê, pênûsên ku dixwazin vê têkoşînê binivîsin û yen ku dixwazin serdema borî bi wêjeyê bihûnênin divê li gel bîranîn û serpêhatiyên kevin ên dîrokê pêwendî hebe.

Siyaseta wê, bîrdoziya wê û her wiha  wêjeya vê têkoşînê jî helbet bi baldarî pêşdikeve. Zemîna hilberîn û afrîneriya vê ew çend bi pêşketiye ku gerdûnî bûye. Bêguman ev derfet ji ber xwe de ava nebûne. Di hembêza sal û zaman de mezin bûye. Di derbasbûna her konaxekê de ji bo wê bedêlên mezin ên giran biha çêbûne! Ango hilbijartina jinên kurd a azadiyê, wer ne hilbijartineke ku di rojeke de pêkhatiye. Li gorî rastiya me ya civakî û koletiya bi kesayetê hatî mehandin, divê bîrdozî ya rizgariya jinê têvî rêgezên wê bê fêmkirin…

Wexta em wiha pênase dikin û di rastiya civaka xwe de di sepînin, ji rastiya xwe dûr ketin heye. Bi teybetî jî rewşa ciwanan, îca halê niha ne tu hale. Ji civaka xwe dûr ketin heye. Ew şeweya herî xeternak a ku paşverûtî, xwe dispêre tundiya mêr-deshilatdariyê ye. Vaye şerê cîhanê yê 3’emîn, Rojhilata Navîn û cîhan dorpêç kiriye. Jin, wê xwe çawa biparêzin? Ji bo vê çi amadekariyên tevgerên jinan heye. Her wiha divê jin di lîteretora pênasekirina tundîtujiyê de, guhertin çêkin ku cureyên tundiyê her diçe zêde dibin. Behsa xeberê qala bi dehan jinên ciwan ê wendabûyî tê kirin, ev jî cureyên kirêtiyê yê mêr-dewletê nîşan dide. Divê ev weke politîkayek teybet a qirkirina jinan bê dîtin. Bêguman zêdebûna bûyarên wiha, ne tesedûfî ye. Belê ji ezmûnên salên borî jî îspat bûye ku ev kiryarên siyaseta qirêj a şerê teybet de tê kirin. Zilam, ji jinê wiha tolê digire…