Li Amedê bi pêşengiya rêxistina DEM Partiyê û DBP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Ne qeyûm, demokrasî” li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê meşek girseyî hat lidarxistin. Tayînkirina qeyûman bi meşê hat protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hevşaredarên Amedê û navçeyan, nûnerên rêxstinên sivîl û rêveberiyan partiyan û bi hezaran welatî tev li meşê bûn.
Girse li Meydana Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) kom bû û ber bi Birca Keçikan a li Deriyê Mêrdînê ve meşiya. Di meşê dê dirûşmên li dijî tayînkirina qeyûman bênavber hatin berzkirin. Girse li pişt pankarta “Em ê rê nedin qeyûmên ku îradeya gel desteser dikin” meşiya. Meş li Deriyê Mêrdînê bi dawî bû.
‘Qeyûm pêkanîneke derhiqûqî ye’
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari li vir axivî û wiha got: “Ez berxwedana we ya bi rojan e berdewam dike ji dil û can pîroz dikim. Heta em qeyûman ji ser vê axa pîroz biqewirînin û bişînin, em ê bi hev re li ber xwe bidin. Qeyûm tê wateya darbeyê û desteserkirina îradeya gel. Îradeya gelê kurd dizîn. Li Esenyurtê jî îradeya gelê kurd, tirk û gelên din desteser kirin û binpê kirin. Duh li wir îro jî li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê vîna gelê kurd û gelên din desteser kirin. Tayînkirina van qeyûman tê wateya desteserkirina mafê dengdanê û hilbijartinê yê gele kurd û gelên din. Di destura bingehîn de cihê qeyûman nîne. Qeyûm pêkanînek derqanûnî ye. Ev hikûmet bi tayînkirina qeyûman sûc dike. Qeyûm ne tenê li dijî Destûra Bingehîn e, qeyûm her wiha li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wan e û hiqûqa navneteweyî ye. Bi yek gotinê; qeyûm qorsanî, çetekarî û dizî ye.”
‘Em ji diyalog û muzakereyê re amade ne’
Hatimogûllari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Pirsgirêka kurd jixwe pirsgirêkek ku li vî welatî her tim di rojevê de ye. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka kurdan e. Heke em li dijî qeyûman bin, divê em bi hev re, li ser pirsgirêka kurd biaxivin. Îro astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk nehatiye çareserkirin. Em wek DEM Partiyê duh û îro jî dibêjin; ‘Bila tecrîd rabe, birêz Ocalan azad bibe’. Îro jî Serokê MHPê bi awayên cuda ev yek anî ziman. Em dixwazin ji dilê Amedê peyama xwe bi zelalî bidin Enqere, Tirkiye û cîhanê. Em alîgirê çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehên aştiyane û demokratîk in. Em partiyeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi aştiyeke bi rûmet bê çareserkirin, têdikoşin. Me got ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ji diyalog û muzakereyê re vekirî ne. Em ji diyalog û danûstandinan û aştiyeke bi rûmet re vekirî ne. Heke aştiyek bi rûmet nebe an jî armanca vê yekê tasfiyekirina muxalefetê be, em nikarin û ne jî em ê li vir bin, wekî we qeyûm tayîn kiriye. Em berxwedan û têkoşîna xwe ya demokratîk li dijî her pêkanînan berdewam dikin.”