Çand hemû hilberînên civakan ên wekî raman, huner, fîlozofî û nirxên civakî di nav xwe de dihewîne. Ev hemû jî bi rêya zimanî derbasî nifşan dibin û nîfşên nû jî bi vî awayî dibin endamê civaka xwe. Têkiliyê bi nifşên beriya xwe re çêdikin û bi heman awayî van hêmanan fêrî nifşên piştî xwe dikin. Heke çand û hêmanên çandê bi rêya ziman derbasî nifşên nû nebin, qutbûn dikeve nava civak û nifşan. Ango danûstandina nifşan bi dewla serê ziman e. Di nav me kurdan de jî rewşeke wiha derketiye holê ku nifşên nû û civak ji hev fêm nakin û di heman demê de nirxên civakî yên esasî bi rêya zimanî derbasî nifşên nû nabin. Helbet sedemên vê yekê piralî ne ku pêşengiya van polîtîkayên dewletên dagirker ên bişaftinê dikin. Polîtîkayên bişaftinê yên dagirkeran, zor û zordariya li ser çand û zimanî, bi rêya rêze filman biçûkxistina çand û ziman, nebûna perwerdehiya ziman, forsa zanebûna zimanê serdestan, lihevnekirin û belavbûna xebatên çand û zimanî di pêşiya civak û nifşên nû de astengiyên sereke ne.
Helbet di nav çandê de ne tenê hilberînên ramanî, her wiha berhemên madî jî hene. Li ser meselê darên zeytûnên Efrînê, kavilên Heskîfê, Sûra Amedê, çemê Botanê, çiyayê Cudî û daristanên Dêrsîmê jî parçeyek ji çanda kurdan e ku dagirker dixwazin vê çanda kurdan tune bikin. Lewre bendavan li ser çeman çêdikin da ku xwezayê tune bike. Lewre her roj çiyayên Kurdistanê topbaran dikin û xwezaya Kurdistanê talan dikin. Lewre daristanên Kurdistanê dişewitînin. Lewre Heskîf di bin navê de hiştin. Lewre zeytûnên Efrînê bi erebeyan dikişînin welatên xwe. Dagirker bi qasî dikarin çanda me tune dikin da ku em rût û tazî li erdê bimînin. Zext û zora li ser çanda madî bi heman awayî li ser hemû hêmanên çanda kurdî tên meşandin. Li aliyekî zimanê kurdî tê înkarkirin, li aliyê din xebatkar û kedkarên kurdî tên desteserkirin. Li aliyekî govendên kurdî tên astengkirin, li aliyê din stranbêjên kurd li ser dikan tên binçavkirin. Tevî hemû hewldanên qirkirin û tunekirinê jî ziman û çanda kurdî bi awayekî li ber xwe didin. Lê belê ev berxwedan têra rizgarî û azadiya çand û zimanî nake. Lewre divê em kurd jî destên xwe bidin berxwedana çand û zimanê xwe û berxwedana çand û zimanê xwe geş bikin. Ji ber ku ziman û çand nasnameyên sereke yên neteweya me ne ku me ji netweyên din cudatir dike.
Ji bo geşkirina berxwedana çand û ziman jî pêwistî gurkirina xebatên çand û zimanî heye. Helbet xebatên li ser çand û zimanî tên meşandin, lê belê ev xebat li hemberî polîtîkayên dagirkeran ên bişaftinê pir hindik û qels dimînin. Li ser meselê xebatên “Zarok Ma”yê pir hêja ne û di nav hewldaneke mezin de ne. Lê belê divê Zarok Ma zêde bibin da ku nifşên nû bi çand û zimanê xwe mezin bibin. Ango Zarok Ma’yek tenê nikare xwe bigihijîne hemû zarokên kurd. Her wiha zêdekirina mihrîcanên çand û ziman, şanoyên kurdî, konserên kurdî, dîwanên dengbêjan, rojnameyên kurdî, qanalên youtubeyên kurdî, di medyaya dijîtal de bikaranîna kurdî hwd. li ser hemû kurd û sazî û dezgehên kurdan ferz in ku wan zêde bike.
Ji bo baştir bê fêmkirin mînaka herî baş bêguman mihrîcana çanda kurdî ye ku 21’ê mehê li bajarê Almanya Frankfurtê pêk hatibû. Ev mihrîcan salê carekî pêk tê û îsal mihrîcana 32’an pêk hat. Ev mihrîcan ji bo çand û zimanê kurdî li Ewropayê bêhvedanek e. Kurd li vê mihrîcanê salê carekî tûrikê xwe yê çandê tijî dikin. Îsal jî bi dehhezaran kurd bi cil û bergên xwe yê kurdî tevlî mihrîcana bûn û bêhneke xweş ji çanda xwe avêtin tûrikê xwe yê kurdewarî. Di mihrîcanê de ji konê pirtûkan bigire heta konên xwarinên kurdî, cil û bergên kurdewarî bi konên cur bi cur dora qadê hatibû xemilandin. Li qadê ji dendikê zebeşan bigirin heta fîstanên kurdî her bêhna Kurdistanê ji konan dihat. Bêguman di vê mihrîcanê de konê herî zêde dilê beşdaran xweṣ kirin jî konê zarok û dengbêjan bû. Dengbêjan kurdistanî birin rojên berê û dîwanên berê gerandin. Konê zarokan jî zarokên pêşerojê dilxweş û bextewar kirin. Mirov dikare bi dilekî rihet bibêje ku vê mihrîcanê nifşên cuda li heman qadê anîn cem hev û di heman demê de danûstandina di navbera nifşên cuda de hêsantir kir. Li hemberî polîtîkayên bişaftinê xebatên bi vî awayî sembolên berxwedanê ne. Di van demên dawî de ku dewleta tirk ziman, çand û govendên kurdî bi hincetên sosret qedexe dike, tijîkirina qada mihrîcanê bersiva herî xurt bû. Tevî peyamên siyasî yên ji qada mihrîcanê xwedîderketina çand, ziman, govend, cil û bergên kurdî jî peyameke xurt derket holê. Taybetî jî zarokan bi cil û bergên xwe qada mihrîcanê xemilandinbûn. Bi xebatên bi vî awayî mesafeya di navbera nifşan de kêm dibe û têkiliya nifşan xurtir dibe. Vêca heke xebatên bi vî awayî li tevahiya Kurdistanê belav bibin û ev xebat ne bi rojekî sînordar bin ango domdariya xebatên bi vî awayî hebe, bêguman wê bandoreke erênî li ser civak û nifşên nû bike û wê guherîneke mezin bide destpêkirin. Xebatên bi vî awayî hezkirineke mezin dixe nava dilê zarok û civakan.
Werhasil mirov dikare ku mînakan zêdetir bike. Lê belê carinan mînakek tenê jî têra fêmkirina derdê mirovî dike. Bi kurt û kurmancî hebûna neteweyan bi hebûna çand û ziman ve têkildar e. Neteweya çand û zimanê xwe winda bike, ew netewe tune dibe. Ji bo em tune nebin divê em berxwedana çand û zimanê xwe geş û gur bikin, da ku têkilî û mesafeya di navbera nifşan fireh nebe. Ji bo ku dayikên kurdîaxêv(tirkînezan) zarokên kurdînezan mezin nekin, divê em bibin mozên çand û zimanê xwe û li her derî û her demî bi çand û zimanê xwe bijîn.