Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ê çileya 2025an ve ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobeta parastinê digire.
Koma 7an a şêniyên bajar û gundewarên Kobanê îro li Qada Şehîd Egîd û şêniyên bajarê Eyn Îsa û gundewarên wê li ber avahiya meclisa bajar hatin gel hev û ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.
Şêniyên Kantona Firatê (Kobanê û Eyn Îsa) dê çalakiya nobetê ji şêniyên Reqa, Dêrazor û Tebqayê dewr bigirin.
Şêniyê bi navê Ehmed El Semio yê ji Eyn Îsayê berê xwe dide Bendava Tişrînê got dê berxwedana rûmetê ya li Bendava Tişrînê bidomînin û anî ziman ku ev berxwedan li dijî planên dagirkirinê erkeke mirovî û exlaqî ye.