21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Lê belê ne ya hemû zimanan. Tenê gelên zimanbindest an jî hinek ji wan vê rojê pîroz dikin. Xweyîderketina li zimanekî dibe kul û dert, tenê wexta ew ziman di bin xetereya windabûnê de be, an jî qedexe be. Lewma hûn ê ti caran nebînin ku gelên serdest yên wekî tirk, ereb, faris, alman, amerîkî an jî îspanî vê rojê pîroz bikin. Ji ber ku zimanê wan nehatiye qedexekirin, ti kesê ji van gelên serdest ji bo zimanê xwe nehatiye kuştin. Li ser zimanên wan tehde nehatiye kirin. Lê belê gelên wekî kurd, baskî, katalanî, berberî, galî, ermen, asûrî, talîş, orî, frîzî, galîsyan, samî û bi hezarên din sedsala dawîn de êş û êrîşên giran ditîne. Jixwe gelê ev roj diyarî hemû zimanan kiriye bengalî ne, ku bi berxwedana xwe ya zimanî bi nav û deng bûne li hemû cîhanê.
Kurtedîroka vê rojê ev e: Piştî welatê Pakistanê sala 1947’an de ji Hindistanê veqetiyaye û serxwebûna xwe îlan kiriye, zimanê urdû wek tenê zimanê Pakistanê hatiye daxuyandin, hemû zimanên din ên wê erdnigariya pirziman hatine qedexekirin. Yek ji van zimanan bengalî bû. Gelê bengalî hem serdestiya dewleta nû hem jî yekzimanîbûna wê qebûl nekir û derket kolanan ji bo ku li axa xwe û zimanê xwe xweyî derkeve. Di 1952’an de, di xwepêşandanekê de, polîsên pakistanî gule reşandine ser van ciwanan û di encamê de hinek ciwan şehîd bûne. Piştî vê bûyerê têkoşîna gelê bengalî zêdetir bûye. Di encamê de gelê bengalî di 1971’î de serxwebûn û azadiya xwe bidest xistiye û ev roj kiriye Roja Şehîdên Zimanê Dayikê. 21’ê sibatê ji wê rojê heta niha wek Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê pîrozkirin, keda şehîdên bengalî tê bibîranîn. Di 1999’an de, UNESCO’yê ev roj wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî qebûl kiriye û her sal di vê rojê de çalakiyên cur bi cur ji bo hişyariya ziman pêk tîne.
Kurd jî bi qasî deh panzdeh sal in vê rojê pîroz dikin bi beşdarî û rêxistana saziyên peywendîdar, wek Kongreya Civaka Demokratîk, şaredariyên me, Kurdî-Der, Egitim-Sen û hinek saziyên din. Mebesta çalakiyên vê rojê dualî ne. Ji aliyekî ve ji dewleta tirk re tê gotin ku kurdî wek zimanekî fermî bê qebûlkirin û di kar û barên fermî de were bikaranîn. Ji aliyê din jî bangewazî tê kirin ji bo gelê kurd ku li zimanê xwe xweyî derkeve, di danûstandinên xwe yên civakî û aborî de kurdî bi kar bîne û zimanê xwe bigihîne nifşên nû. Mebestên bi vî rengî di daxuyaniyên piraniya gelan û taybetî ya UNESCO’yê de cih digirin.
Helbet, ev çend sal in taybetiyeke din a vê rojê heye ku rast li wateya esasî ya 21’ê sibatê tê. Ew jî xwedîderketina berxwedana li Bakur û Rojava ye. Bajarên ku heta niha ji bo azadiya Kurdistanê li ber xwe dan û xweparastineke xurt kirine û îro jî dikin di heman demê de kelehên zimanê kurdî ne jî. Her ciwanên ku şehîd dikevin di heman demê de şehîdê kurdî ne jî. Her kesê/a parastina gelê xwe dike, di heman demê de parastina kurdî jî dike.
Dîroka zimanan nîşan dide ku mixabin heta berxwedanek xurt pêk nehatiye tu ziman azad nebûne, nekarîne bibin xweyî hêz û statuyek. Em ji mînakên bengalî, galî û baskî baş dizanin ku azadiya ziman bi statuya siyasî û civakî re girêdayî ye. Bê statu, dek û dolabên dewletan, desthilatdarên serdest her didomin. Di deh salên dawî de gelek aşkera hat dîtin ku li Bakur dewleta tirk di warê ziman de hinek gavan bavêje jî, van gavan ji bo serdestiya xwe bi kar tîne û dixwaze bi vê yekê berxwedana gel pûç bike. Ji aliyekî ve weşana kurdî dike, lê weşanên kurdên rêxistinbûyî qedexe dike. Zimanê kurdî wek dersa hilbijartî dide, lê belê nahêle dibistanên azad bi kurdî perwerdeyê bide. Hemû komele, sazî û dezgehên kurdan girtin, dest danîn ser şaredariyên kurdan ku xizmetek gelek girîng dikirin ji bo kurdî. Hê jî zimanê kurdî piçûk dixe û agirê nijadperestiya di nav civaka serdest de gur û har dike ku di encamê de karkerên kurd ên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebitin rastî êrîşên faşîstan tên, tenê ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin.
Wekî serboriya gelên din jî nîşan daye, bê statuya fermî qedexe û zordariyên li ser zimanan her tim didome. Lewma jî berxwedan û parastina îro tê pêşxistin tenê rêyek dimîne ji bo azadiya gel û azadiya ziman. Dîsa dîroka ziman nîşan daye ku, wekî gelê bengalî, hemû gelên berxwedêr û têkoşer rojek digihin armanca xwe û azadiya xwe pêk tînin. Em hêvî dikin heta 21’ê sibateke din, zimanê me li ser axa Bakur hatibe azadkirin, bibe nimûneya sêyemîn piştî serboriya Başûr û Rojava.