Di hilbijartina 31’ê Adarê de li Wanê namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji sedî 55 deng girt û bi ser ket. Lê YSK’ê biryar dabû ku mazbatayê nede Zeydan, piştî vê biryarê bi deh hezaran welatî daketin kolanan û dest bi çalakiyan kirin. Li ser berxwedana gel, YSK’ê dîsa biryar da ku mazbata Abdullah Zeydan bidin Zeydan. Li ser vê biryara dawî bi deh hezaran dîsa kom bûn û dest bi şahiya serkeftinê kirin.
Bi deh hezaran welatî li pêş avahiya DEM Partiyê ya Wanê kom bûn û dest bi pîrozbahiya serkeftinê kirin. Gel bê navber dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zapê” û “Bijî Berxwedana Wanê” berz kirin. Piştî gel li hev kom bû dest bi meşê kirin û derbasî Kolana Cumhuriyetê bûn. Tê payîn ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li vir axaftinekê bike.
Herikîna gel a ber bi Qada Kolana Cumhuriyetê ve didome. Gel bê navber dirûşmeya “Bijî berxwardana Wanê” berz dikin û derbasî qadê dibin. Hêjmara welatiyan ji niha de 100 hezar derblas kir.