11 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Berqirs û payebilindên Îsraîlê xwestin şar bi dawî bibe

Berpirsyarên ewlekariyê berê yên payebilind ên Îsraîlê bang li Serokê DYAyê Donald Trump kirin û daxwaz kirin ku divê ew zext li Serokwezîr Binyamîn Netanyahu bike da ku şerê bi Xazeyê re dawî bike

Li gorî nûçeyên Jerusalem Post û saziyên din ên medyaya Îsraîlê, berpirsyarên ewlekariyê berê yên payebilind ên Îsraîlê bang li Serokê DYAyê Donald Trump kirin û daxwaz kirin ku divê ew zext li Serokwezîr Binyamîn Netanyahu bike da ku şerê bi Xazeyê re dawî bike. Li gorî nûçeyên Jerusalem Post û medyaya Îsraîlê, bang ji hêla navên ku di nav wan de rêveberên berê yên hêzên parastinê yên Îsraîlê, Mosad û Şin Betê jî hene, hate îmzekirin. Ev nav, endamên komeke bi navê “Fermandarên Ji Bo Ewlehiya Îsraîlê (CIS)” ne ku ji zêdetirî 600 berpirsyarên ewlekariyê yê berê yên payebilind pêk tê. Nameya ku tê de banga “Şerê Xazeyê rawestînin!” heye, ji hêla 550 serokên sîxur, leşker, polîs û dîplomatên berê ve hatiye îmzekirin.

Name, di şeva ku 3ê Tebaxê de ji raya giştî re hate ragihandin û bi dîmenekê ya rêveberê berê yê Şin Betê Ami Ayalon re hate pêşkêşkirin. Di dîmen de, hişyariya “Ev şer êdî ne şerekî maqûl e û dibe sedema windahiya nasnameya dewleta Îsraîlê” tê kirin.

Di nameyê de ji Trump re wiha tê gotin: “Li ser navê CISê, wekî parçeyek ji koma herî mezin a berpirsyarên berê yên payebilind ên Îsraîlê, ku ji artêş, Mosad, Şin Bet, polîs û qadên dîplomatîk pêk tê, em bang li we dikin ku şerê li Xazeyê bidawî bikin. We ev yek li Libnanê kir, niha dem hatiye ku li Xazeyê jî bê kirin.”

Endamên CISê wiha nirxandin: “Artêşa Îsraîlê (Tsahal), bi karanîna hêzê, gihaştiye du armancên xwe: parçekirina pêkhateyên leşkerî û rêveberiya Hamasê.”

Di nameyê de tê gotin: “Armanca sêyem û ya herî girîng jî tenê bi peymanekê dikare bê bidestxistin: vegerandina hemû dîlan bo malên xwe.”

Di nameyê de ev nêrîn jî cih digirin: “Em wekî profesyonel difikirin ku Hamas êdî ji bo Îsraîlê metirsiyeke stratejik nîne. Li gorî ezmûna me, Îsraîl xwedî hemû derfetan e ku kapasîteya terorê ya mayî ya Hamasê ji dûr ve an jî bi rêyên din kontrol bike.”

Berpirsyarên berê yên general û sîxur dibêjin: “Lêgerîna berpirsyarên payebilind ên mayî yên Hamasê dikare paşê jî bê kirin,” lê “dîl nikarin bisekinin.”

Di nameya vekirî de hişyarî tê kirin: “Îsraîl di xitimîneke stratejik de ye, li ber sînorê têkçûnê ye.” Li gorî berpirsyarên berê, artêşa Îsraîlê li Xezeyê asê maye û operasyona leşkerî ya dawî ya bi navê “Erebeyên Gideon” tu encamek berbiçav neanî. Tê gotin ku azadkirina dîlên li Xazeyê jî tu serkeftinek di şer de neanî.

Ji hêla din ve, anketa hilbijartinê ya nû ku roja Yekşemê ji hêla kanala 13 ya Îsraîlê ve hate weşandin, bêîstîqrariya siyasî ya kûr a li Îsraîlê piştrast dike. Anket nîşan dide ku ger îro hilbijartin bêne kirin, ne bloka desthilatdariyê ya heyî û ne jî muxalefet nikarin koalîsyoneke ava bikin.

Ji sedî 62ê beşdarên anketê bawer dikin ku divê şer di berdêla azadkirina hemû dîlan de bê rawestandin, tenê ji sedî 29 dixwazin ku êriş heta bidestxistina serkeftineke tam berdewam bike.

Encameke din a balkêş ev e: di derbarê mijara dîlên di destê Hamasê de, raya giştî hîn jî bi awayek dabeşkiriye. Ji sedî 45ê beşdaran bawer dikin ku Netanyahû wan “terikandiye”, ji sedî 43 berevajî vê yekê difikirin. Di nav hilbijêrên hukûmeta koalîsyonê de bawerî bilind e: ji sedî 88 bawer dikin ku Serokwezîr dev ji vegerandina dîlan bernedaye.