Di 23’e tebaxê de SÎHA’yên Tirkiyeyê maşîneya rojnamegeran bombe kir. Di êrîşa SÎHA’yê de 2 rojnameger hatin qetilkirin. Dîsa 28’ê Tebaxê, 4’ê Îlonê, 5’ê Îlonê û herî dawî di 10’ê Îlonê de SÎHA’yan li Silêmanîl Dokan, Qamişlo, Kobanê û Mexmûrê bombe barandibûn. Di van êrîşan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 10 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa 10’e Îlonê ya li Mexmûrê de jî 3 dayik birîndar bûn. Herî dawî dîsa di 15’ê Îlonê de SÎHA mexmûr bombe kir û zerara maddî pêk hat.
Hevseroka Meclisa Mexmûrê Fîlîz Bûdak der barê êrîşên dawî yên li başûrê Kurdistanê de nirxandin kir. Budak anî ziman ku li başûr bi taybet piştî 2023’yan dewleta tirk dest bi pêngava dagirkirinê kiriye û wiha got: “Hevkarê vê pêngava dagirkirinê malbata Barzanî ye. Ji xiyanetê zêdetir yekser dijminantiya gelê kurd dike. Axa Kurdistanê radestî dewleta tirk dike.
Xebatên aborî, siyasî û polîtîk li ser vê yekê dimeşîne. Ji bo dagirkeriyê piştgiriyek mezin dide Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê li gel êrîşên bejayî, êrîşên hewayî jî her ku diçe zêde dibin. Li herêma Soran, Behdînan Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û Şengalê êrîşên SÎHA’yan zêde dikin. Ev êrîşên SÎHA yên dawî bi peymana Enqere-Bexdayê re yekser têkildar e.
Piştî vê peymanê êrîşên hewayî li ser Başûr zêdetir bûne. Êdî PDK Tirkiye û Iraq bi hev re Başûr dagir dikin. Armanca êrîşan ne hêzek çekdarî û PKK ye. Li Silêmaniyê, Mexmûrê, Şengal, Rojava,Amediyê û derdorê wê malbatan dikin hedef. Mal û milkê xelkê bombe dikin û xelkê qetil dikin. Rojane komkujiyê pêk tinin. Malbata Barzanî û Iraq bi peymana dawî bûn şirîkê dagirkirina Tirkiyeyê.
Fîlîz Bûdak bal kişand ser rola PDK’ê ya di êrîşan de û wiha pêde çû: “Rola PDK’ê di van êrîşan de rola sereke ye. Ji ber cihê êrîş lê pêk tên di kontrola PDK’ê de ye. Herî zêde li herêma başûrê Kurdistanê êrîş pêş dikevin. Bêdengiya hikûmetê ya li dijî van êrîşan, erêkirina van êrîşan e. Hikûmeta Başûr yekser hevkariya erîşan dike, yekser xebata dîplomasiyê dike.”
Fîlîz Bûdak, anî ziman ku di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê pêvajoyek çawa pêş ket, îro li başûrê Kurdistanê jî heman pêvajo tê jiyandin û wiha lê zêde kir: “Niha li başûrê Kurdistanê gund tên şewitandin, însan tên revandin. Mirovên welatparêz direvînin. Mal û milkên wan dişewitînin. Bi darê zorê kurdan ji cih û warên wan koç dikin. Pêla koçberiyê li başûrê Kurdistanê dane destpêkirin. PDK û malbata Barzanî bi têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re van êrîş, koçberî û dagirkeriyê rewa dike. Îro rojane welatî bi SÎHA’yan qetil dike. Lê hêj malbata Barzanî ji van malbatan re sersaxiyek jî qebûl nekir.”
Yekser bersûc PDK ye
Fîlîz Bûdak destnîşan kir ku PDK tenê bi ketina nava şer bi sînor namîne û wiha pêde çû: “Dixwaze van êrîşan rewa bike û gel li dijî van êrîşan bêdeng bike. Dixwaze partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li vî şerî bike. Yekser berpirsên dagirkerî, êrîş û vî şerê li herêmê PDK û malbata Barzanî ye. Hîna aqûbeta kesên di fermana Şengalê de hatin windakirin nediyar e. Ev bi destê malbata Barzanî pêk hat. Dagirkirina Şengalê bi destê malbata Barzanî pêk hat. Bi DAIŞ û Tirkiyeyê re peyman çêkir. Li Mexmûrê 30 sal in êrîş pêk tên. Li ser Mexmûrê qedexe hene. Ev hemû bi destê malbata Barzanî pêk tên.”
Bûdak bal kişand ser sekna gelê Şengal û Mexmûrê û wiha domand: “Tevî hemû êrîşan gelê Şengalê û gelê Mexmûrê li dijî van êrîşan serî netewand. Li ruxmê êrîşan jî dîsa pergala rêveberiya xweseriya demokratîk ava kirin. Bi fikrên Rêber Apo û tevgera azadiyê xwe bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê PDK dixwaze Şengal û Mexmûr xwe radestî Tirkiye û Iraqê bike. Lê gelê Mexmûr û Şengalê tu carî serî netewand û têkoşîna xwe berdewam dike.”
Filiz Budak, da zanîn ku li dijî êrîşa dawî gel bi daxuyanî û meşa girseyî berteka xwe anî ziman û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku li tevahiya Kurdistanê rojane êrîş hene. Çekên kîmyewî bikar tînin. Bi SÎHA her roj bombebaran dikin. Lê li hemberî van êrîşan bertekên heyî têr nakin. Erîşên heyî ne tenê li dijî Mexmûr, Şengal û deverek din e. Li hemberî hemû kurdên azad û tevgera azadiyê pêvajoya qirkirinê hatiye destpêkirin. Minak li Silêmaniyê 2 rojnamevan hatin qetilkirin. Du roj şûnde bav û 2 kurên xwe hatin qetilkirin. Her roj êrîş pêk tên. Dayik û zarok tên kuştin. Lê wekî bûyerek ji rêzê tê dîtin. Divê em bi fikra neteweya demokratîk bertek nîşanî hemû êrîşan bidin. Divê li dijî van êrîşên li ser Neteweya Demokratîk bertek û nerazibûnên topyekun hebin.”
Rêya serkeftinê yekîtî û rêxistinî ye
Filiz Budak, bibîr xist ku ji ber pêvajoya qirkirina giştî tê meşandin pêwiste di asta neteweyî de bertek bê nişandan û wiha pêde çû: “Divê em pêvajoyê bikin pêvaşa têkoşîna gelê şoreşgerî. Divê li çar parçeyên Kurdistanê di asta neteweyî de li dijî van kiryaran bertek nîşan bidin. Divê têkoşîna me hevpar be. Ya me bêhêz dike parçebûyîn e. Rêya me bibe serkeftinê yekîtiya neteweyî ye. Rolê yekîtiya neteweyî rolek sereke ye. Rêya çareseriyê avakirina yekîtiya neteweyî ye. Avakirina yekitiya neteweyî û xebatên Kongreya Neteweyî ya ji bo çar parçeyan dê bibe ava jiyanê. Heta yekitî pêk neyên, dê êrîş berdewam bikin.”
Kurdbûnê dikin sedema êrîşê
Fîlîz, destnîşan kir ku mirov kurd be, tenê ji Kurdistanê derkeve xelas nabe û wiha lê zêde kir: “Here kuder quncikê cîhanê jî dema kurd be, dê dîsa bibe hedefa êrîşan. Polîtîkaya îro tê meşandin, polîtîkaya kokqelandina gelê kurd e. Ya ku me ji vê yekê xelas bike, yekîtiya fikr, neteweyî û pergalê ye. Dijmin heri zêde êrîşî pergalê dike.”
Fîlîz Budak herî dawî bang li hemû gelê kurd kir û wiha bi dawî kir: “Pêvajoya kokqelandina gelê kurd hatiye destpêkirin. Rêber Apo di îşkenceya giran û tecrîda daîmî de ye. Hewl didin bi dîlgirtina Rêber Apo û tecrîdê dixwaze kurdên bûne xwedî bîrdozî û parastin bê parastin û bîrdozî bihêlin. Em bang li her kurdan dikin ku divê hemû hewldanên me, têkoşîna me 24 saetan li ser şikandina pergala tecrîda li Îmraliyê be. Hemû kar û xebatên me divê li ser esasê azadiya fizîkî ya Rêber Apo be. Divê di hemû têkiliyên me yên bi kurdan, dostan, jin û ciwanan re li ser vî esasî pêş bikeve. Divê em dîplomasiya civakî pêş bixin û li ser esasê neteweya demokratîk û yekitiya fikra neteweya demokratîk pêş bixin.”