18 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya Newroza Stenbolê aşkera bû

Beriya Newroza ku dê di 23yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin, li Stenbolê agirê Newrozê dê li gelek navçeyên wê were vêxistin û ji navçeyan dê 500 wesayît welatiyan veguhêzin qadên Newrozê

Amadekariyên Newroza Stenbolê ku dê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were lidarxistin, didomin. Pîrozbahiya Newrozê dê di 23yê Adarê de li Qada Yenîkapiyê were lidarxistin. Pîrozbahî dê saet di 10.00an de dest pê bike û heta saet 18.00ê bidome. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat û Grup Praksîs derkevin ser dikê.

Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel, Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk dê di pîrozbahiyê de biaxivin.

Gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî hatin vexwendin. Ji bo ku di roja Newrozê de gel veguhêzin qada Newrozê, 500 wesayît hatine amadekirin. Heta 23yê Adarê dê li gelek navçeyên Stenbolê agirê Newrozê were vêxistin.