Bernameya mitînga ku dê di pêşengtiya Platfroma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên bahev” di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin diyar bû. Qonaxa duyemîn a kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 welatên cîhanê hat dest pê kirin, wê bi “Mitînga Azadiyê” ya bi beşdariya sed hezaran pêk were, dest berdewam bike.
Axaftvanên mitîngê
Navên axaftvan û hunermendên ku wê ji bo Mitînga Azadiyê ya ku dê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê dest pê bike, derkevin ser dikê zelal bûn. Di mitîngê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica weke axaftvan dê tev li vê mitîngê bibin. Her wiha dê Bajar û Sorjiyan jî di mitîngê de derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin.