19 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê aşkera bû

Festîvala Fîlmên Kurd a Duyemîn a Dusseldorfê wê di navbera 23-27ê Nîsanê de bê lidarxistin.

Festîval dixwaze pêşketina hunerî û cihêrengiya çandî ya 20 salên dawî ya sînemaya Kurd pîroz bike. Festîval ji aliyê înîsiyatîfeke serbixwe ve tê birêxistinkirin û kedkarên çandê yên ji qadên cuda wê li hev bicivin. Mijara bingehîn a festîvala îsal jî wê berxwedana li Rojava be.

Di nava fîlmên bêne nîşandan de hem berhemên li ser pêşketina dîrokî ya herêmê hem jî yên li ser rewşa civakî û siyasî ya rojane hene. Amadekaran diyar kirin ku wê bi taybetî balê bikişînin ser rol û mafê jinan. Di festîvalê de 30 fîlmên kurt, dirêj û dokûmanter bêne nîşandan.

Di festîvalê de wê promiyera fîlmê The Virgin & Child a Elmanyayê bê kirin. Fîlm wê bi amadebûna derhêner Bêrîvan Binevsa bê nîşandan. Di fîlmê de wê têkoşîna gelê Kurd a ji bo nasname, dîrok û azadiyê careke din bê pêşkêşkirin. Her wiha gelek derhênerên din jî wê di festîvalê de amade bin û bi beşdaran re hevpeyvînê bikin.

Li gel nîşandana fîlman wê hin çalakiyên çandî jî pêk werin. Çend ji wan bi vî rengî ne:

22yê Nîsanê roja Sêşemê: Bi nivîskar Yavûz Ekîncî re çalakiya xwendinê (Pirtûkxaneya Navendî ya Dusseldorfê)

24ê Nîsanê roja Pêncşemê: Ji bo bîranîna hunermend Bavê Teyar ê ku par jiyana xwe ji dest da, li Sînemaya Metropol wê şeva bîranînê bê lidarxistin.

26ê Nîsanê roja Şemiyê: Li Pirtûkxaneya BibaBuze bi nivîskar Jana Seyda re çalakiya xwendinê.

Destpêka festîvalê wê di 23yê Nîsanê roja Çarşemê de li sînema UFA Palastê (Worringer Str. 142, 40210 Dusseldorf) pêk were. Fîlm wê li UFA Palast û Sînemeya Petropol (Brunnenstr. 20, 40223 Dusseldorf) bê lidarxistin.

Merasîma dawî û xelatdayinê jî wê 27ê Nîsanê êvara Yekşemê saet di 2000 de li Atelier Kino (Graf-Adolf-Strasse 42) bê kirin.

Bernameya berfireh a festîvalê û bilêtên ji bo beşdariyê li ser malpera fermî ya festîvalê dikare bêne peydakirin:

Programm