14 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bernameya bîranîna Kaytan û Altûn aşkere bû

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyan bîranîn bên lidarxistin.

PKKê, di danezana 12emîn Kongreya Awarte de ragihandibû ku ji kadroyên wan ên pêşeng Alî Haydar Kaytan di 3yê Tîrmeha 2018an de û Riza Altûn jî di 25ê Îlona 2019an de şehîd bûne.  Ji bo kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê li dehan bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranîn bên lidarxistin. Li gelek bajar û navçeyên herêmên Ege, Marmara, Serhed û Amedê jî dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

Bernameya bîranînê

Dîrokên çalakiyên bîranînê wiha ne:

Di vê çarçoveyê de ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dê di dê 17ê Gulanê de li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê û di 18ê Gulanê de jî li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Her wiha dê li navçeyên Stenbolê jî çalakiyên bîranînê ku dê 4 rojan bidomin bên lidarxistin.

Di 14ê Gulanê de li Îzmîr, Mûgla/Mîlas, Denîzlî, Manîsa, Riha, Colemêrg, Bedlîs, Qers, Agirî, Erzirom, Balikesîr û Bursa dê bîranîn pêk bê.

Di 15ê Gulanê de li Antalya, Mûgla, Bodrum, Dîlok, Semsûr, Meletî, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Çewlik, Xarpêt, Îdir û Mûşê bîranîn pêk were.

Di 16ê Gulanê de dê li Wanê bîranîn pêk bê.

Dê di 17ê Gulanê de li Tekîrdagê bîranîn pêk were.

Dê di 18ê Gulanê de jî li Çanakkale, Eîrne û Sakaryayê merasîma bîranînê pêk were.