Nivîskar û wênesaz Huseyîn Ozsoy ku 30 salan li girtîgehê mabû, li cafeyek Colemêrgê gotubejek li dar xist û wêneyên xwe nîşan da. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, rêveberên DEM Partiyê, DBPê, Hevşaredarê Colemêrgê Şoreş Dîrî, Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Colemêrgê Alî Yîgît, nûnerên saziyên sivîl û gelek hemwelatî beşdarî gotûbêjê bûn.
Huseyîn Ozsoy beriya pirtûka xwe îmze bike axaftinek kir û qala pêvajoya nivîsandina xwe kir. Huseyîn Ozsoy diyar kir ku berhema xwe di demên dirêj ên girtîgehê de nivîsandiye, ji aliyekî ve çîroka êşê ye, lê ji aliyê din ve çîroka hêvîyê ye jî û got: “Ev pirtûk ne tenê bîranîn e; di heman demê de rûbirûbûn û rêwîtiyek e dûvdirêj e. Di her rêzikên wê de berxwedan, lêgerîn û hêvî heye.”
Huseyîn Ozsoy derbarê berhemên xwe yên wêneyan de jî agahî dan û got ku wî van hemû berheman li girtîgehê xêz kiriye.
Parlamentera Oznur Bartin jî axivî û bal kişand ser giringiya wêjeya kurdî û dîroka gelê kurd û wiha got: “Edebiyat ne tenê şaxekî hunerê ye, di heman demê de bîra gelan e. Her peyv, her çîrok, rabirdûya gel û paşeroja wê hildigire. Ji ber vê yekê ev cure xebat xwedî wateyeke mezin e.”
Gotûbêj bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştî axaftinan Huseyîn Ozsoy pirtûkên xwe îmze kir.
