Berfîn Aktay hestên xwe yên têkildarî çîroka stranê bi van gotinan anî ziman: “Jiyan ji gelek qonaxan pêk tê. Bi gelek hestên cuda dagirtî ye. Carna mirov di nava xwe de winda dibe, dibe dîlgirtiyê xwe; carna jî di tarîtiya çavên hinekan de azad dibe. Lê belê hin caran jî mirov dixwaze bibe yekî din, yan jî tiştekî din. Hingî mirov xwe baştir fêhm dike.
Ji ber vê yekê di nava stranê de bi çavê zeleqûnk qala jiyanê hatiye kirin. Li hin herêman jê re ‘pervane’, yan jî ‘perê avê’ tê gotin, li hin cihan jî ‘mûçî’, ‘zeleqûnk’, li hin deveran jî weke ku navê strana me ye ‘Moza Zêrîn’ tê gotin. Em qala rêwîtiyeke kurt a ji çavê moza zêrîn dikin – weke nîşaneya empatî, hêvî û guherînê…”
Hunermend atmosfera stranê jî bi gotinên “rêwiyekî akûstîk, romantîk û bi hêviyê dagirtî” pênase dike.
Berfîn Aktay spasiya dostên xwe yên muzîsyen kir ku tev li pêvajoya afirandina stranê bûn: “Ji dil spasiya Olcay Bozkûrt û Ûfûk Elîk dikim ku rengê xwe dan vê stranê. Herwiha spasiya Berfîn Ceylan dikim ku çîroka stranê yekemcar bi min re parve kir û min jî ji hestên wê ev çîrok nivîsand.”
