Dewleta tirk di şeva 23’ê cotmehê de li dijî çavkaniyên jiyanê yên li bajarên Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Til Temirê, Rimêlan, Eyn Îsa bi sedan êrîşên hewayî pêk anîn. Êrîşên balafiran ên SÎHA û F-16’an yên dewleta tirk heta duh jî berdewam kir. Di van êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dehan firinên nan, stasyonên petrolê, şebekeyên av û ceyranê û nexweşxane zerarên mezin dîtin. Li gorî lêkolînan di encama êrîşan de 30 navend ji xizmetê derketin.
Li navçeya Dêrikê di êrîşan de; stasyona elektrîk, xaz, girzîro ya petrolê, kargeha zozan a mast û penêr, kargeha kîsên naylon a li gundê Mêrga Mîra, garaca li bajarê Dêrikê zerakek mezin dîtin û ji xizmetê derketin.
Li bajarokê Rimêlan di êrîşan de; navenda sererastkirina erebeyan, navendeke avahîsaziyê, stasyona komkirina petrolê, navenda dagirtina oksecînê ji xizmetê derketin.
Li navçeya Tirbespiyê di êrîşan de; Stasyonê petrolê ya Seîda, stasyona babasî ya petrolê ya li gundê Kêl Hesnak, zeviya odaya petrol û xazê, parzûngeha petrolê ya li gundê Beyazê, parzûngeha petrolê ya li gundê Girê BePirê, stasyonê elektrîkê ji xizmetê derketin.
Li Qamişloyê di êrîşe de; Navenda Tenduristiyê ya li taxa Xelîc, Navenda Tenduristiyê ya li taxa Meyselûn, navendeke avahîsaziyê li ser rêya Hizam, kargeha dirûnkariyê, embara genim, şirketa pêşxistina çandiniyê û navenda avahîsaziyê ya li gundê Heremê Şêxo ji xizmetê derketin.
Li Amudê di êrîşan de; Stasyona elektrîkê û Firina nan ji xizmetê derketin.
Li Til Temirê di êrîşan de kargeha çemento ya îstîqamê û banka çandiniyê ji xizmetê derketin.
Li Eyn Îsa di êrîşan de; embara genim
Li Kobanê di êrîşan de; stasyona elektrîkê, Firina nan, embara genim a li gundê Rovî ji xizmetê derketin.
Têkildarî armanc û encama êrîşan Berdevkê Ragihandina YPG’ê Siyamed Alî ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.
Êrîşî çavkaniyên jiyanê kirine
Siyamed Alî di serî de anî ziman ku dewleta tirk a dagirker saet di 10’ê şeva 23’ê cotmehê de dest bi êrîşan kir û wiha got: “Bi dehan teyarên bê mirov û teyarên şer êrîş kirin. Dîsa li kêleka teyaran hemû cûreyên tang, top, obîs ji Dêrikê heta Amûdê Dirbêsiyê, Qamişlo, Tiltemir, Şehba, Kobanê û Efrînê bombe kirin. Dewleta dagirker, bi hincetên nayên qebûl kirin êrîş kir. Hincetê wê li dijî hiş û aqilan e. Armanc ew e ku rêveberiya xweser pûç bike. Rêveberiya xweser lawaz bike û paşve bixe. Gelê herêmê bi kurd, suryan, ereb û hemû pêkhateyên xwe li herêmê jiyanek aram û hevpar dijîn. Ev jiyana hevpar a gelan ji bo dewleta tirk metirsiyek e. Ji ber dewleta tirk vê yekitiya gelan qebûl nake ev êrîş pêk anî. Em dibînin ku hemû êrîş li dijî sivîlan û binesaziya herêmê pêk anîne. Li dijî pêdivî û çavkaniya jiyana mirovan e.”
Berdevkê YPG’ê Siyamed Alî da zanîn ku di êrîşan de hejmarek mezin stasyonên petrol, gaz, masot kirin hedef û wiha axivî: “Li kêleka stasyonên petrolê firirên nan, depoyên genim û ceh, nexweşxane û kargeh kirin armanc. Navendên ceyranê kirin armanc. Ji ber van êrîşan dibistan di tariyê deman û zarok êdî nikarin biçin dibistanên xwe. Ev êrîş heta niha jî didome. Di van êrîşan de çavkaniyên jiyanê tên armanckirin.”
Berdevkê YPG’ê Siyamed Alî bal kişand ser armanca van êrîşan û wiha axivî: “Sedema êrîşên li dijî çavkaniyên jiyanê ewe ku gel bidin koçberkirin. Piştî pêdiviyên jiyanê nemîne û gel bê av, bê nan û bê ceyran nemîne, dê neçar bimîne ku koçber bibe. Xeyala dewleta tirk a sereke jî ewe ku gelê kurd warê xwe û axa xwe vala bike û koç bike. Dixwaze li gorî xwe komên çete li vê herêmê bi cih bike û li gorî armanca xwe van hêzan bikar bîne. Dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz û pûç bibe. Dixwaze gel û rêveberiya xweser ji hev qut bike. Di navbera gel û rêveberiya xweser de tevliheviyê çêke. Lê li kolanan helwesta gel pir zelal e. Gel bi hemû hêz û pêkhatiyên xwe li pişt Rêveberiya Xweser e. Gel bi sekna xwe nîşan dide ku bi hemû hêza xwe li gel hêza parastinê û rêveberiya xweser e.”
Siyamed Alî bal kişand ser encamên van êrîşan û wiha pêde çû: “Heta niha gelek zerar û ziyanên maddî pêk hatin. Li gorî agahiyên gihişt destê me 3 ji wan zarok 17 welatî hatin kuştin û nêzî 45 kes birîndar bûn. Dewleta tirk dixwaze bivan êrîşan gelê kurd qir bike.”
Dixwaze DAIŞ’ê zindî bike
Alî bal kişand ser têkiliya dewleta tirk û DAIŞ’ê û wiha pêde çû: “Dewlet bi van êrîşan dixwaze şanên veşartî yên DAIŞ’ê têxe nava tevgerê. Her kes dizane ku dema HSD bi meseleyek din mijûl dibe, DAIŞ vê mijûlbûnê ji bo xwe wekî firsend dibîne û şanê xwe yên veşarî dixe nava tevgerê. Dewleta tirk a dagirker û DAIŞ’ê her tim pişta hev girtine û di navbera wan de hevsengiyek heye.”
Siyamed Alî li ser helwesta xwe ya li dijî êrîşan jî rawestiya û got: “Em jî wekî hêzên leşkerî wekî YPJ, YPG û HSD di çarçoveya parastina rewa de çalakiyan pêk tînin. Li dijî gelek navendên wan ên di xeta bajarokên Til Demîr, Eyn Îsa, Minbicê de çalakî pêk hatin. Li van navendên wan gelek leşker û çete hatin kuştin. Birîndarên wan gelek in. Eger dewleta tirk bi vê hişmendiyê êrîşên xwe berdewam bike, helbet dê pêla bersîvê jî wisa xurt be. Niha li Rojhilata Navîn şerekî pir mezin heye. Ji bo em nekevîn şer sebra me zêde ye. Lê sînorekî sebrê jî heye. Lê bila her kes zanibe em tu carî gelê xwe bê parastin nahêlin. Ji bo em gel biparêzin, em ê bi her cureyî parastinê pêş bixin.”
Divê hêzên navneteweyî rê li pêşiya sûcê şer bigire
Alî herî dawî bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî û YE’ê û wiha got: “Ev êrîş sûcên şer in. Dewleta tirk heta niha 750 carî li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş pêk anîne. Lê mixabin heta niha hêzên navneteweyî û bi taybet hêzên garantor bertekên wan pir lawaz in. Divê hêzên navneteweyî, civak û hikûmetên navneteweyî erka xwe pêk bînin û li dijî van êrîşan helwestek xurt nîşan bidin û rê li pêşiya sûcên şer bigirin.”