Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seedî Ehmed Pîre derbarê biryarên 12emîn Kongreya PKKê de axivî.
Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku partiya wan ji dîrokê ve piştgiriyê dide aştiyê û bi bîr xist ku Mam Celal 33 sal in bawer dikir ku pirsgirêka kurd dikare bi vê vîzyonê were çareserkirin.
Seedî Ehmed Pîre ji Channel 8ê re axivî û destnîşan kir ku Bafil Celal Talebanî gelek caran bi aşkere piştgirî daye vebijarka aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan.
Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku biryara PKKê ya ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwe fesixkirinê, ji bo berdewamiya yekitiya kurd-tirkan a wekî berê, gaveke erênî ye.