Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zêdeyî Hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Gelek ji wan rewşa tenduristiya wan pir giran e, lê nayên berdan. Her hefte saziyên mafên mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, lê dîsa ev bangên malbat û parazvanên mafên mirovan nayên dîtin. Girtiyên ku mafê wan ê berdana bi şert hene jî bi pêkanînên keyfî li girtîgehê tên ragirtin. Herî dawî girtiyê nexweş Şakîr Tûran di 30’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Yek ji girtiyên nexweş ên neyê berdan jî Mehmet Huseyîn Oz ê 34 salî ye.
Oz di 17’ê adara 2018’an de li Taxa Beydîllî ya navçeya navendî ya Şahînbey a Dîlokê hate binçavkirin. Di 26’ê adarê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Oz li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wî de doz hate vekirin. Di 17’ê çileya 2019’an de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dema Oz girtî bû, nexweşiya epîlepsiyê di wî de pêş ket. Piştî demekê bi nexweşiya gurçikan jî ket û di serê wî de kîst çêbûn. Oz di mijdara 2022’yan de “mafê berdana bişert” bi dest xist û diviya bû bihata berdan. Lê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bi hinceta “poşmantî qebûl nekiriye” 4 caran 3 mehan taloq kirin.
Çar caran taloq kirin
Oz, bi rêya parêzerê xwe îtîrazî biryara taloqkirina berdanê ya 3 mehan kir. 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Dîlokê îtîraza hatiye kirin bi hincetên lijneyê qebûl nekir. Herî dawî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana Oz di 25’ê tebaxê de dîsa 3 mehan taloq kir.
Ji ber poşmantiyê qebûl nake nayê berdan
Birayê Mehmet Huseyîn Oz, Serhat Oz diyar kir ku kekê wî nikare di girtîgehê de bimîne û xwest bê berdan. Oz got ku kekê wî niha ne di rewşeke ku bikare di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: “Ji ber qanûna poşmantiyê ya lê tê ferzkirin qebûl nekir nayê berdan. Me daxwazname dan. Me serî li ÎHD’ê da lê encamek bi dest nexist. Li gorî qanûnan divê kekê min bê berdan. Li niha di girtîgehê de ye û berdana wî tê taloqkirin.”
Girtiyên nexweş berdin
Oz, bal kişand ku girtiyên nexweş li girtîgehê tedawiyeke baş nabînin û wiha got: “Kekê min di girtîgehê de bi nexweşiya epilepsiyê û gurçikan ket. Niha di serê wî de kîst heye, tedawiya wî rast û dirûst nayê kirin. Ez dixwazim kekê min û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
Parêzerê Bulent Dûran Oz, anî ziman ku berdana Mehmet Huseyîn Oz çar caran hatiye taloqkirin û wiha got: “Berdana Oz, di mehên mijdar, adar, gulan û tebaxê de 4 caran 3 mehan hate dirêjkirin. Sedem ewil ê taloqkirina berdanê qanûna poşmantiyê ye. Sedemê duyemîn ê esas jî ew e ku biryarên lijneyê veguheriyê meqamên darazê û xespa rayeyê dikin. Lijne esas şandeyeke têkildarî çavdêriyê ye. Lê di demên dawî de biryarên lijneyan û biryarên dadgehên înfazê bûne yek. Bi xespa rayeyê dikevin şûna dadgehan û hewl didin biryarên nû bidin. Biryarên lijneyê mayîna wî ya bi mirovên ji heman sûcî tên darizandin re weke hincet tê nîşandan.”
Îşkence li girtiyan dikin
Dûran, bi lêv kir ku tiştên tên kirin sîstematîk in û wiha berdewam kir: “Ne tenê têkildarî Mehmet Huseyîn Oz di demên dawî de li her derê tê jiyîn. Li hemû girtîgehan îşkence û mûameleya nebaş heye û bi şertên kontrola edlî û sererastkirina qanûnan hin girtiyên din tên berdan lê bi taybetî berdana girtiyên siyasî bi biryarên lijneyan tê taloqkirin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin nefretê û dijberiya hiqûqê ye.”
Tenduristiya Oz xerab e
Dûran, bal kişand ku îhtîmala Oz di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide zêde ye û ev tişt got: “Mehmet nexweşê epîlepsiyê ye û carna rojê 7 caran ji ser hişê xwe diçe. Li cihekî du qatî dimîne. Ez duh çûm pê re hevdîtin kir, ji min re got rojên derbasbûyî ji ser hişê xwe çûye û ketiye. Hevalekî wî yê li pişt tê wî digire, heke wî negirtibûya da patika wî bi derenceya bikeve û dikarî ji çûyîna xwînê ya li ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest bide. Carna li lavaboyê jî ji ser hişê xwe diçe û dikeve. Heke mudaxile neyê kirin dê jiyana xwe ji dest bide. Xetereyeke jiyanî ya wî ya giran heye. Min ev rewş ji îdareya girtîgehê re jî ragihand. Min ji wan re got heke sibê tiştek bi serê muwekîlê min were berpirsyar hûn in, divê bi demildest bê emeliyat kirin. Û divê bê tedawî kirin lê bi israr ev rewş tê paşguhkirin.”