Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 6ê kanûnê de bi şiyara “Şiyar be! Azad be! Aram be! Ava ke!” bi meşekê li Wanê avabûna xwe îlan kir. Platform armanc dike ku li dijî hişbirê xebatan bide meşandin. Di vê çerçovê de endamên platformê li Qada Bajêr Wanê stand vekirin û belavok belav kirin. Welatiyên Wanî derheqê zêdebûna madeyên hişbir de nirxandin kirin.
‘Dewletê rêya hişbirê vekiriye’
Welatiyê bi navê Emîr Orhan polîtîkayên dewletê yên şerê taybet bi bîr xist û got: “Ev hemû bi destê dewletê tê kirin. Li cem mala me jî her şev tên vedixwin. Lê polîs nayên midaxale nakin. Dewletê rê li pêşiya vê rewşê wekiriye. Van madeyan dixin nava mirovan ku wan ji mirovahiyê dûr bixe. Niha dema mirov serxweş dibe, fêrî vî madeyî dibe haya mirovî bi tiştekî nabe. Ne kêrî mirovatiyê, ne jî bi kêrî kurdbûnê tê. Ew jî viya dixwazin.”
‘Bi keştiyan Eroîn dianîn’
Emîr Orhan da zanîn ku dewlet dibêje bila hema ciwanên Kurd nebin Kurd bila madeyên hişbir bi karbînin, bila serxweş bin û ev tişt got: “Tu niha ji bo Kurdbûnê tiştekî bêjî dê bên te bigirin, bes tû bêje madeyên hişbir tên bi karanîn pey nakevin, înkar dikin. Mînak bi keştîyan, Suleyman Soylu û kurê Bînalî Yildirim eroin dianîn. Niha jî çente bi çente tînin.”
‘Dema heq hiqûq edalat nebe her tişt serbest e’
Emîr Orahan anî ziman ku kesên bi dewletê re têkildar van madeyan erzan dikirin û tînin du sê qat giran difiroşin kesan û wiha pê de çû: “Tu niha çiqas şîkayet bikî jî tiştek nabe, digirin dibin, dû re berdidin. Heta niha carekê yekî siyasî re negotîye tu serxweş î, ez te ceza nakim. Lê yekî din deh kesan dikûje, dema serxweş be berdide diçe. Qanuneke ters e. Niha dema heq, hiqûq, edalet nebe dê her tişt serbest be. Guneh, made, zilim her tişt serbest dibe. Dema heq tunebe hemû tişt şaş diçin.”
‘Kêmasiya partiya me jî heye’
Emîr Orhan behsa erk û berbirsyariyên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî kir û got: “Kêmasiya partîya me jî heye. Partî dikare berê xwe bide kolanan wan ciwanan bibîne , qanih bike. Polîs yan dewlet nake divê partî bike. Bi belavokan an jî meşê nabe. Malbat nikarin, lê partî dikare cîwanan qanih bike. Divê Partî ciwanan kom bike, bibe li gel wan biaxive, nesîhaten bike.”
Welatîyê bî navê Seyîdxan Pala dîyar kîr ku heta çend salê berê li Wanê ev madeyên hişbir gelek kêm bûn, mîrov dikare bîbêje qet ne bûn û got: “Lê van salên dawiyê ciwan hemû hatine jehrîkirin. Ev made di nava suka Wanê de gelek zêde bûne. Helbet kesên vî karê madeyê hişbirê dikin berê xwe didinê ku pereyekî baş tê de heye, bi vî pereyî ciwanan dixapînin. Ciwan jî ji ber vî pereyê zêde berê xwe didine vî karî. Lewma dema em berê xwe didine kolanên Wanê em dibînin ku ev tîşt zêde bûye.”
‘Ji ber ku tedbîr nayên girtin hişbir evqas belav bûye’
Seyîdxan Pala da zanîn ku pêwîst e dewlet li ser vê rewşê bisekine û axaftina xwe wîha bi dawî kir: “Ji ber tedbîr nayên girtin îro dema em berê xwe didinê, gelek ciwan made di destê wan de ye û difiroşin. Divê malbat jî li zarokên xwe xwedî derkevin ku berê wan ji madeyên hişbir vebe û berê wan bidine Kurdiniyê.”
‘Divê malbat hişyar bin’
Welatiyê bi navê Nezam Eroz jî bal kişan ser rola malbatan û xwest ku malbat li zarokên xwe xwedî derkevin û got: “Di malbatê de bav gelekî girîng e. Bav divê li zarokên xwe hişyar bin. Bipirsin ka rewşa zarokên wan çawa ye? Wan bişopînin. Helbet heger ew zarok bêne şopandin dê baş jî mezin bibin û ji bo xwe û der dora xwe jî bibin kesên baş. Heger pêşî lê neyê girtin ew ê biçîn.” Nezam Ersoz di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku rola dewletê jî di vê rewşê de gelek girîng e û wiha pê de çû : “Bes dîsa jî ya herî girîng malbat e divê malbat hişyar bin. Dewlet nayê li ber piçûkên min ranaweste. Helbet divê dewlet hinek qanûnan derxîne ji bo piçûkan û mezinan.
‘Dema welat bindest be!’
Welatiyê bi navê Şefîq Temellî ku kedkarê tenduristiyê yê teqawid e jî da zanîn ku evqas zêdebûna madeyên hişbir encama polîtîkayên şerê taybet e û wiha axivî : “Dema welatê me di bin dagirkeriyê de be, bindest be helbet nahêlin xortê me, mirovên me li xwe xwedî derkevin. Madeyên hişbir mirovan ji nasnameya wan ji kesayetîya wan dûr dixe. Divê gel û dewlet bi hev re pêşîyê li vê rewşê bigirin, tedbîran bistînin. Dayîk û bav divê li zarokên xwe xwedî derkevin. Dema li zarokên xwe xwedî dernekevin zarokên wan dikevine destên kesên ku dijminê mirovin di xwazin mirova qir bikin. Berpirsyarîya sazî û civaka demokratîk ew e ku nehêlin zarokên wan bikevine vê rewşa ne baş.”
‘Gere xortên me vê hovitiyê qebûl nekin’
Welatiyê bi navê Hesin Erkol jî bal kişand ser rewşa madeyên hişbir û got : “Dewletê ev madeyên hişbir xistiye nav ciwanên me, divê em li hember vê rewşê gelekî hişyar bin. Ew însanên ku zarokên wan ketina vê rewşê xerab de gere zarokên xwe tembîh bikin, bêji nev ne rêya we ye. Bila her kes li zarakên xwe xwedî derkeve. Bila vê rewşa zarokên xwe qebûl nekin, em van rewşan dibînin em şerm dikin.” Hesin Erkol di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku gelê Kurd gelekî pîroz û qedîm e û axaftina xwe wiha domand: “Miletê Kurd miletekî xwedî şeref e, zana ye, têgihiştî ye. Gere xortên Kurd li her derê li dijî vê rewşê çalakiyan bikin, vê hovitiyê qebûl nekin. Vê zilma ku li ser keçên me, xortên me qebûl nekin.”
