27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Berbanga heyameke nû

Asya Weşûkanî

Divê her kes xwe ji bo serxistina pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk amade bike û di nav refên têkoşînê de cih bigire. Em li ber deriyê heyameke nû ya serkeftinê ne.

Li ser xaka rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek qehreman û xwedawendan canê feda kir. Gel û xaka xwe parastin, li meydana şer weke şêrejin û mêrxasan sînga xwe dan ber mirinê. Heta henaseya xwe ya dawiyê şer kirin, gihiştin asta pîrozî û xwedawendiyê. Em îro jî dibînin ku Şoreşa 19ê Tîrmehê pêlên xwe weke tîrêjên rojê li hev dialîne û ber bi asîmanê şîn ve hildipeke. Ew jinên pêşeng, bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinan de ketine nav rûpelên dîrokê û ji tevahî jinan re bûne çanda berxwedêr. Îro jî ew berxwedan di dilê bi hezaran jinan de, weke volqanekê dikele, dipeke ser rûyê tundrew û kujeran, koka wan pûç dike.

Jinên dilêr û canfeda xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin dikin. Ji bo azadiya xwe û civakê têdikoşîn. Şêrejinên kurd tevî hevalên xwe yên mêrxas li eniyên şer berxwedaneke pir xurt nîşan didin. Li hember êrişên El-Nusra, DAIŞ, hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan, bi awayekî bêhempa li ber xwe dan. Dagirkeran li ser heval û hogirên qehreman êrişên hovane pêk anîn. Çete û tundrewan gelekî hewl da ku vîna şoreşgerên çiyayî û ewladên berxwedêr ên gelê kurd bişikînin. Lê berovajî wê, çelengên Kurdistanê hemû êrişên wan şikandin û serkeftin bi dest xistin. Jin û ciwanên kurd di pîroziya xwedawendiyê de destanên herî xweşik nivîsandin û pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirin.

Bi lehengî û egîdiya jin û ciwanên kurd, hemû hesabên wan dagirker û çeteyan pûç bûn. Ala serkeftinê bilind bû. Zarokên xaka pîroz Mezopotamyayê hemû rêbazên tirsnak ên neyaran, şerê wan ê taybet pûç kirin. Bi roj, heyv û salan li ber xwe dan û şer kirin. Dijminên tundrew li hemû qadên jiyanê rêbazên şerê taybet meşandin, xwestin bandorê li qehremanên gel bikin. Lê hemû hewldanên wan badilhewa çûn. Dilêrên jêhatî keç û lawên xaka pîroz ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xwîna xwe rijandin, ji bedena xwe parçe dan.

Şoreşger û çelengên bedew ji bo bidestxistina tiştên ji wan hatibûn girtin û çanda xwedawendiyê careke din li wan xakan hêşîn bikin, bedena xwe kirin mertal û gihiştin şehadetê. Dewleta tirk û çeteyên wê tevî tank, top û hemû teknîka xwe ya pêşketî jî nekarîn berxwedan û têkoşîna şoreşgerî asteng bike. Dewleta tirk a dagirker vê carê jî bi êrişên dijwar ên balafirên şer û yên keşfê, pêşengên gel kirin hedef. Armanca wan êrişan ew bû ku vîna gelê me û şervanan bişikînin, têkoşîna wan bidin rawestandin.

Di wan êrîşên namerd de  gelek şoreşger û sivîl hatin hatin kuştin. Di serî de yadê Aqîde, hevrê Zehra, Hebûn û Emîne tevahî şehîdên me yên giranbuha yên di wan êrîşên hovane de gihiştin şehadetê, bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo em ê dawiyê li şer û tundiyê bînin. Em ê gelê xwe û mirovahiyê ji kuştin, talankirin, destdirêjiyan rizgar bikin, cîhaneke wekhev û azad ava bikin.

Ked û têkoşîna rêberê xwe teqez em ê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê berxwedan û têkoşîneke layiqî şehîdên xwe yên qehreman bi pêş bixin. Hedef û armanca wan leheng û pêşengên xwe ji sedî sed em ê pêk bînin.

Li ser vî esasî bang li tevahî jin û ciwanan dikim û dibêjim, roj roja têkoşîn û xebatê ye. Divê her kes xwe ji bo biserxistina pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk amade bike û di nav refên têkoşînê de cih bigire. Em li ber deriyê heyameke nû ya serkeftinê ne.