Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran diçe ser sindoqan. Di pêvajoyek girîng a hilbijartinê de zextên li ser rojnamevanan jî qet kêm nabe. Li gorî rapora meha adarê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG); 88 rojnamevan girtî ne. Rojnamevan dibêjin di pêvajoyek wiha ya hilbijartinê de dibe ku zextên li ser rojnamevanan ango çapemeniyê zêdetir bibin û ew ê ji bo ewlehiya hilbijartinê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.
Ewlehiya sindoqan
Serokê Basin-Îşê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren diyar kir ku îktidara heyî zextên zêde û “ecêb” li ser rojnamevanan û çapemeniyê dike û hê jî gelek hevpîşeyên wan girtî ne. Eren anî ziman ku yek ji xala girîng a vê hilbijartinê jî ewlehiya hilbijartinê ye û got: “Muxalefet û civak jî zêde li ser ewlehiya hilbijartinê disekine. Ewlehiya sindoqan endîşeyek mezin çêdike. Ji ber ku pirsgirêkek cidî ya vê îktidarê bi demokrasiyê re heye, lewma endîşeyên xelkê û muxalefetê li ser ewlehiya hilbijartinê zêde ne.”
Dibe ku zext zêdetir bibin
Eren bal kişand ser girîngiya çapemeniyê ya di pêvajoya hilbijartinê de û got: “Rojnamevan bi nûçeyên çêdikin re bawerî didin civakê. Îktidar di warê çapemeniyê de amûrên mezin xistiye destê xwe. Li ser çapemeniyê zextên zêde kirine. Dibe ku Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) beriya hilbijartinê qedexeyan zêdetir bike. Dibe ku beriya hilbijartinê ekranên hin televizyonan bê girtin. Niha bi navê ‘Yasaya Sansûrê’ yasayek di destê îktidarê de heye. Dibe ku ji ber vê yasayê bi navbeynkariya Saziya Îlana Çapemeniyê (BÎK) malperên înternetê bên girtin. Her ku em ber bi hilbijartinê ve biçin, her cure zextên li ser çapemeniyê dê zêdetir bibin.”
Yên serî natewînin tên astengkirin
Eren anî ziman ku bi salane rojnamevanên ku serê xwe li ber îktidarê natewîne her tim tên astengkirin û bi zextan re rûbirû dimînin û girtina rojnamevanên li Amedê û Enqereyê jî xwestin beriya hilbijartinê hemû rojnamevanan bitirsînin. Eren da zanîn ku 25 hevpîşeyên wan ên li Enqere û Amedê hatine girtin ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin û xwest demildest bên berdan.
Wezîfeya çapemenıyê zêdetir e
Eren anî ziman ku li gel ewqas zextên mezin li ser rojnamevanan û çapemeniyê jî lê dîsa jî wezîfe û karek zêde dikeve ser milê wan û lê ji bo ku demokrasî, aştî û azadî bi ser bikeve çi ji destê rojnamevanan jî bê divê bikin.
Hedefa ewil çapemenî ye
Ji Rojnameya Yenî Yaşamê Ercan Kaplan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê diderize û nikare rêveberiyê bike û her tim hewl tê dayîn pêşî li çapemeniyê bê girtin. Kaplan wiha axivî: “Ji ber ku yê rastiyê derdixe çapemenî ye. Me ev di Komkujiya Roboskî de dît, me di qetilkirina Kemal Kurkut de dît. Heke Çapemeniya Azad nebûya, dikaribû bi hêsanî were nixumandin. Lê bi rastî jî li dijî wî çapemeniyeke xurt heye. Ji ber ku haya dewletê ji vê hebû, bi tawanbariyên jiber û klişe hevalên me binçav kirin û girtin. Xebatên pîşeyî dikare wekî sûc were hesibandin. Em di pêvajoyeke siyasî ya wisa re derbas dibin. Ji ber vê yekê em ê di serdema hilbijartinê de jî bi heman qedexeyan re rû bi rû bimînin. Em dikarin pêşbînî bikin ku her ku em ber bi hilbijartinê ve biçin dê zextên li ser çapemeniyê zêdetir bibin. Ev dibe ku binçavkirin, astengkirina nûçeyan be. Lê Çapemeniya Azad ji vê re amade ye.”
Banga Hestiyariyê
Kaplan destnîşan kir ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dê hilbijêrên kurd xwedî biryar bin û wiha got: “Bi taybetî li Kurdistanê divê em gelekî baldar bin. Bi dîtina min wê li Kurdistanê zextên zêdetir bên kirin. Pêşbînkirina vê yekê ne zehmet e. Divê hem destyên sindoqan dengên xwe biparêzin û hem jî çapemenî vê pêvajoyê bi baldarî bişopîne û bi rola xwe rabe. Ji ber vê yekê ne tenê Çapemeniya Azad, divê hemû civak, rêxistinên girseyî yên demokratîk û odeyên pîşeyî jî baldar bin. Ji ber vê yekê em dikarin banga hestiyariyê bikin. Pêdivî ew e li pey rastiyê, heqîqetê, rastiyê bin. Ez bawerim em ê bi hev re vê pêvajoyê derbas bikin.”