Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, piştî civîna koma meclisê ya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivand. Bakirhan wiha got: “Dibe ku di vê mehê de pêşketinên nû rû bidin, em pê re li hev dikin, bila pêşketinên girîng û nû rû bidin. Bendewariya civaka Tirkiyeyê ev e. Di rastiyê de heyeta me ya ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan re çûbû giravê, tiştên bi heman rengî gotibûn. Hêvî dikim tiştên xweş û xweşik biqewimin. Ez dixwazim diyar bikim ku êdî dema wê ye ku mirov ji gotinê wêdetir biçe û li ser hîmê pratîkî wan derxe pêş.”
Li ser hevdîtina bi wezîrê dadê re jî Bakirhan got, “Serlêdan hatiye kirin. Dîrok hê ne diyar e, lê belê bi ya min îhtîmaleke mezin heye ku di rojên pêş de be.”
Bakirhan pirsên der barê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de wiha bersivand, “Bêguman tişta ku Birêz Bahçelî gotî jî pir girîng e.”
Bakirhan têkildarî pirsa danîna çekan wiha axivî: “Nepêkan e ku em bi vê zanibin. Rêxistin bi xwe biryara vê dide. Lê belê tiştekî gelekî girîng hebû ku Serok Pervîn got: “Ev cara yekê ye ku ez birêz Ocalan bi ruh û hêviyeke ewçend bilind dibînim.” Ev geşedaneke pir baş û pir girîng e. Hêvîdarim wê ev moral û hêvî li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe.”
Li ser pirsa derbarê rewşa tendirûstî ya Sirri Sureyya Onder de endamê Şandeya Îmrali ya DEM Partiyê û dê di heyetê de cih bigire an na, Bakirhan wiha got: “Daxwaza me ya sereke ew e ku di demek herî kin de tenduristiya serok Sirri baş bibe. Ez hêvî dikim ku serok Sirri bi awayekî çalak beşdarî xebata ku wî nîvçe hiştîye bibe. Niha ew rojeveke me wisa nîne.”