Gelê Belûcî 77 sal in li dijî Pakîstanê ji bo azadiya nasnameya xwe têdikoşin. Li gorî nûçeya Îlke Tv Belûcîstanê li dijî Pasîstanê serxwebûna xwe îlan kir. Serokên Belucistanî daxuyanî dan û aşkere kirin ku wan xwe ji Pakistanê cuda kiriye û serxwebûna xwe îlan kirine. Serokên Belûcîstanî destnîşan kirin ku wan Komara Belucistanî ava kiriye.
Li gorî çavkaniya Times Algebra ya Hîndistanê Belucistanê Komara xwe îlan kir. Serokên Beluçî niha ji Hikûmeta Hindistanê dixwazin ku li Yeni Delhî Sefaretxaneya Beluçan vekin. Dîsa ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku hêzên aştiyê bişînin Belucistanê.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî jî hat ragihandin ku Rêberê Tevgera Belucistana Azad daxwaza serxwebûna xwe bi raya giştî re parve kir û ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku hêza aştiyê wan biparêze.
Serokê Beluc Mir Yar Beluc, daxuyanî da û anî ziman ku Belucistan tu carî nebû parçeyekî Pakistanê. Mîr Yar Belûc, da zanîn ku hikûmeta Pakistanê bombardimana hewayî û komkujî li dijî wan pêk anîye. Disa ji medyaya Hindistanê xwestibûn ku di avakirinê de Beluçan wekî gelê Pakistanê bidin nasîn.
Gelê Belucî ji sala 1948an heta niga li dijî Pakistanê li ber xwe dide û têkoşîna parastina nasnameya xwe dike. Li Herêma Başûr û Rojavayê Asyayê dijîn. Herêmek zuda û çiyayî ye. Erdnîgariya ku Belûc lê dijîn dikeve nava axa Pakistan, Îran û Afganistanê. Ji sedî 44ê axa Belûcan di nava Pakîstanê de ye. Eyaletên Sistan û Belucistan ên li Îranê û bajarên Nimruz, Helmend û Kandehar dikevin nava Afganîstanê. Li Başûr herêma Peştunê heye. Li Rojhilat herêma Sind û Pencab, li Rojava jî axa Îranê heye. Herêma başûrê Belûcîyan jî Bahra Umman û Kendava Ummanê hebû.
Di navbera Belûcî û hikûmeta Navendî ya Pakîstanê de şer hebû. Piştî Îngilizan Hîndîstan parçe kir, rewşa xweseriya Belûcan derket holê. Di salên 1958, 1962, 1973 û 2005an de serhildan pêş ketin û Artêşa Pakistanê ew desteser kirin.