Serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di vegera serdana xwe ya li Azerbaycanê de di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand. Erdogan bi gotinên “Zarok pir girîng in û em ji xwedê bixwazin. Her PKK’iyekî 5, 10, 15 zarok hene” bi vekirî dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan dabû. Li ser pirsa, “gelo we li vir qala kurdan dikir?” jî Erdogan wiha got: “Ez her carê bi vekirî dibêjim ku herî kêm 3 zarokan çêbikin. Ez vê polîtîkayê bi veşarî nakim. Tişta ku li wir qala wê dikim vekirî ye lê ew îstîsmar dikin.”
Angaşta Erdogan
Di heman demê de bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji Erdogan hat pirsîn. Erdogan, îdia kir ku artêşa tirk heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar neanîne. Bi domdarî Erdogan kesên qala bikaranîna çekên kîmyewî dikin jî bi van gotinan hedef nîşan da: “Hevalên me der heqê van kesan de demildest doz vekirin û em ê teqez dev ji wan bernedin. Em ê dozên tazmînatê yên giran li wan vekin û bi ser wan de biçin. Hêzên me yên ewlekariyê heta niha tu carî çekên kîmyewî bi kar ne anîne. Em hemû gavên xwe di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de diavêjin.”
Dîroka bi kar anîna çekên kîmyewî
Lê belê ji demên berê ve gelek belge hatine bidestxistin ku gotinên Erdogan yek bi yek diderewînin. Tirkiyeyê di dîrokê de li dijî kurdan gelek caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ji ber vê yekê jî bû rojev. Di Komkujiya Dêrsimê ya sala 1938’an de bi deh hezaran kes bi komî hatin qetilkirin û dewleta tirk di vê komkujiyê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Bi vê yekê re peymana ku mohr kiribû jî bin pê kir. Di demên piştre de gelek şahid û belge derketin û bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kirin. Piştî Komkujiya Dêrsimê jî dev ji bikaranîna çekên kîmyewî nehat berdan. Di 17’ê gulana sala 1994’an de li Çiyayê Bêzar ê Semsûrê çekên kîmyewî bi kar anîn û di nav de 22 jê xwendekarên fêrgehê, bi giştî 28 kes qetil kirın. Di sala 1999’an de li nêzî gundê Bilika yê Şirnexê gazên kîmyewî bi kar anî û 20 gerîlayên PKK’ê qetil kir. Di encama lêkolînên li laboratûareke li Almanyayê aşkera bû ku gazên kîmyewî hatine bikaranîn. Di sala 2009’an de jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de 8 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.
Her derê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombe dikin
Di sala 2011’an de dewleta tirk li Çelê careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Di navbera 22-24’ê cotmeha 2011’an de Geliyê Tiyarê hat bombebarankirin û di encama bombebaranê de 36 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Şandeyên netewî û navneteweyî yên çûn cihê bûyerê, parçeyên cenazeyan ên şewitîn dîtin. Di encama nûveyan de aşkera bû ku bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Tevî vê yekê jî ev nûveye ji hêla lijneyên serbixwe ve nehatin vekolandin. Her wıha dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, di dema êrîşên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek caran çekên qedexekirî bi kar anîn. Di êrîşa dagirkeriyê ya sala 2018’an de dewleta tirk û komên paramîlîter li gundekî Efrînê çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa 9’ê cotmeha 2019’an a li dijî Serêkaniyê de jî dewleta tirk û komên paramîlîter dîsa çekên kîmyewî bi kar anîn û dîmenên êrîşê hatin parvekirin. Rêveberiya Xweser bûyer ragihand û bi vê yekê kete rojeva raya giştî ya navneteweyî. Di êrîşa bi bombeya fosforê ya li dijî Serêkaniyê de laşê zarokê 13 salî Mihemed Hemîd şewitîbû. Wêneyên Hemîd, hema hema ji hêla tevahiya çapemeniya cîhanê ve hat parvekirin.
Dewleta tirk hat derewandin
Dewleta tirk gelemperî li hemberî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng dimîne. Li gel ku di êrîşên Geliyê Tiyarê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de belge û dîmen hatin parvekirin jî, dewleta tirk bikaranîna çekan derewand. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li başûrê Kurdistanê jî heta niha tu daxuyanî nedane. Wezareta Serfermandariya giştî ya artêşa Tirkiyeyê piştî êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Geliyê Tiyarê gotibû: “Di nava envanterên me de çekên kîmyewî tune ne.” Lê belê di 6’ê kanûna 2004’an de rapora “Lêkolînên Welatan ên Sunshine Project -No. 3 Lêkolîneke li ser Lêgerînên Têkildarî Çekên Biyolojîk û Biyokîmya” hat weşandin. Di raporê de gotinên artêşa tirk hatin derewandin û gelek agahî û belge derketin holê.