Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê derbarê şerê li taxên Şêxmeqsûdê, Eşrefiyê û Benî Zêdê yên Helebê de bersiv da pirsên televîzyona Rûdawê. Wezaretê got ku ev şer xizmeta gelên li Sûriyeyê nake û ew ji ber rewşê dilgiran in.
Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê di bersiva pirsên hatinekirin de diyar dike ku ev alozê gefê li aramiya herêmê dixwin û tenê xizmeta berjewendiyên DAIŞê dike. Wezaretê destnîşan kir ku ew rûdanên li Helebê ji nêz ve dişopînin û taybet jî raporên li ser qurbaniyên sivîl.
Wezaretê banga aramiyê li hemû aliyan kir û ji aliyan daxwaza parastina sivîlan dike. Di bangê de tê xwestin ku pêwîstî bi çareseriyeke atiyane heye û ev jî bi xebatên dîplomatîk pêkane.
Wezaretê diyar kir ku berfirehbûn yek ji xalên sereke yên welatê wan e û ev ji bo parastina mafên Sûriyeyiyan û olên cuda rêya çareseriyê ye.
Wezareta Belçîkayê bal dikişîne ser cihê Kurdan û dibêje, “Bêguman Kurd di şerê li dijî DAIŞê de hevkariyek bi qîmet ê hevpeymanê ye, ji ber vê ye ku Hevpeymaniya Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi hev re li dij DAIŞê operasyonên hevbeş pêk tînin.
Wezaretê tekez kir ku Sûriye “welatekî pirneteweyî, mezhebî û civakî ye” û divê mafên hemûyan bê parastin. Ji bo vê jî Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê daxwaza pêkanîna Peymana 10ê Adara 2025an ji hemû aliyan kir.
