17 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Belavbûna mirovan a li cîhanê

Li gorî daneyên zanistî rêwîtiya yekem a mirovahiyê ji roja me bi qasî 1,6 mîlyon û 500 hezar sal berê pêş ketiye. Şopên ewil ên jiyan û berhem anîna wan jî bi piranî li Kurdistanê bi taybetî jî li quntara Çiyayên Zagrosan hatine dîtin.

Di qada antropolojiyê de teza ku mirov li Rojhilata Navîn ketiye qonaxa Homo Sapiens, her diçe dibe nêrîna serdest. Li gorî delîlên herî dawî, vedîtin û daneyên arkeolojîk ên ku li ser hatine lihevkirin, celebê mirovan bi veqetîna ji prîmatên herî nêzî xwe ket nav pêvajoyek cûda.  Yekem car beriya bi milyonan salan li rojhilat û başûrê rojhilatê Afrîkayê, wekî celeb derketiye holê.

Heke mirov hinekî pê dakeve dê ew tezên antropolgan jî baş werin fêhmkirin. Belê qonaxa yekem a cinsê Homo, Homo Habîlîs, li Afrîkayê ku lê ji dayik bû, em dibînin ku zêdetirî mîlyon salan lê dimîn e. Li ser vê parzemînê, di meşa xwe de gavek bi pêş ve diavêje û dibe Homo Erectûs û li ser du lingan disekine û dimeşe. Dema ku mirov li ser piyan, dest bi rêwitîyekê dike û bi vî awayî ji Afrîkayê ber bi Rojhilata Navîn û ji wir jî ber bi parzemînên din ên cîhanê belav dibe.

Ferhenga Antropolojiyê li ser vê mijarê van agahiyên zelal dide: “Homo Erectûs, berovajî Australopithecus û Homo Habilis, celebê yekem e ku em bermahiyên fosîlên wî  li parzemînên ji bilî Afrîkayê dibînin.” Li gorî daneyên zanistî ev rêwîtiya yekem a mirovahiyê ji roja me bi qasî 1,6 mîlyon û 500 hezar sal berê pêk hatiye.  Piştî vê rêwîtiyê, hema hema li seranserê axa Afrîka, Asya û Ewropayê êdî şopên mirovan peyda dibin. Çîroka mirov heta vê gavê wekî rastiyeke teqez, îsbatkirî tê dîtin û li ser vê mijarê lihevhatineke giştî heye.

Niha jî em werin ser mijara ku yekem car derketina holê ya Homo Sapîens a li Rojhilata Navîn.  Di rastiya xwe de li vir jî tê dîtin ku bingehên teza pêşketina yek-navendî roj bi roj xurtir dibin.  Li gorî vê yekê, “Dîroka mirovên nûjen ji yek eslê xwe dest pê kiriye û bi cihêrengbûnê belav bûye, pêk hatiye.” Bi taybetî jî encamên lêkolînên ku li ser DNAya mirovên îroyîn hatine kirin, delîlên herî xurt û berbiçav dide xuyakirin. Lêkolînên genetîkî yên li ser strukturên (awayî) DNA yên nifûsa mirovî ya vê dawiyê destnîşan dikin ku mirovên nûjen ji dê û bavekî hevpar pêk tê. Li ser bingeha DNAya mîtokondrî (parçe an jî lebateke ku di şanê de enerjiyê diafirîn e) an sîtoplazmîk (Şeklê dide şaneyê, destekê dide şaneyê û ji çalakiyên şaneyê yên wekî dabeşkirina şaneyê û tevgera şaneyê berpirsiyar e. Ji hemî çalakiyên girîng ên wekî nefes, fotosentez, xwarin, mehandin û derxistinê pêk tê.)   a ku ji gelên Afrîkî, Asyayî, Ewropî, Rojhilata Nêzîk, Awustralya û Gîneya Nû hatî wergirtin, bêyî ku li ku derê dijîn vê yekê destnîşan dike.

Piştî ku argumanên ji bo pêşveçûnê ji yek navendê avantajek aşkere bi dest xistin jî dîsa nîqaşa li ser pirsa “kîjan erdnîgarî”, ango ev navend li ku ye? Pêş dikeve û bi delîlên şênber ên zanistî ev pirs û nîqaş tên bersivandin. Lewre encam ew e  ku ev pêngava ku bi Homo piraniya derdorên zanistî, dîroknas û antropologan diparêzin ku gavavêtina mezin a “pêngava duyemîn”  a pêvajoya mirovbûnê li cihê Şoreşa Neolîtîkê yanî li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk hatiye. Bi rastî, lêkolînên van salên dawîn nîşan didin ku “mirovên nûjen”, ango Homo Sapiens, li herêma Rojhilata Navîn derketine. Gelek ji kevintirîn bermahiyên Homo Sapiens li Rojhilata Derya Spî, bi taybetî li erdên Filistîn-Îsraîl ên îroyîn hatine dîtin. Şopên ewil ên jiyan û berhemanîna wan jî bi piranî li Kurdistanê bi taybetî jî li quntara Çiyayên Zagrosan hatine dîtin.

Çawa ku Homo Erectus ji Afrîkayê li her sê parzemînên Cîhanê belav bû, Homo Sapiens jî heman rengî ji Rojhilata Navîn dest bi rêwîtiyekê dike. Demeke dirêj piştî pîr û kalên xwe yên Erectus, Homo Sapiens, vê carê wekî komên nêçîr û berhevkar ên serdema paleolîtîk, dest bi belavbûnê dikin. Ev rêwîtiya ku bi qasî 100 hezar sal berê dest pê dike û bi deh hezaran sal didome, ji hêla dîroknasan ve wekî duyemîn belavbûna mezin a mirovan tê binav kirin. Ev jî tê wateya belavbûna çandî; Her wiha diyar e ku van komên ku rasterast kal û pîrên mirovê nûjen têne hesibandin, rêbaz û amûrên ku di nêçîr û komkirinê de bikar tînin ji Rojhilata Navîn gihandine çar aliyên cîhanê.

Çavkaniyên dîrokî nîşan didin ku “Ji roja me 67 hezar sal berê gihiştine Asyayê, yanê Çînê, 50 hezar sal berê gihiştine Gîneya Nû û Awûstralyayê, 40 hezar sal berê gihiştine Rojavayê Ewropayê. Paşê 45-35 hezar sal berê dîsa li Afrîkayê bi cih bûne û her çend bi ser neketin jî, 45 hezar sal berê cara ewil çûne Amerîkayê.”

Agahiyên li ser heman mijarê di Ferhenga Antropolojiyê de hatine dayîn wiha ne: “Homo Sapiensên nûjen bi taybetmendiyên xwe yên morfolojîk, tevgerî û çandî yên pêşkeftî li gelek deverên cîhanê belav bûne.”

Li vir em mînakeke biçûk lê girîng bidin; Zanyarên Brîtanî genekî ku di serî de li pêşberî AIDS û HIVê li dijî gelek şewbên kujer ku qewînî û berxwedêriyê pêş dixe dibînin. Li Zanîngeha Liverpoolê Prof. Crystopher di vî warî de lêkolînan dike û digihêje encama ku ev gen beriya bi niha 3 hezar salî ji mirovên Mezopotamyayê derbasî Awrupayê bûye. Ji ber vê yekê, bi kurtasî; eşkere bûye ku Rojhilata Navîn di dîroka mirovatiyê de, bi qasî 100 hezar salên dawî, risteke sereke bi cih aniye.

Ya din, çand û şaristaniya neolîtîkê ku li herêma Kurdistanê yanî li erdnîgariya Kevana Zêrîn pêş dikeve û ji wir li hemû cihanê belav dibe gumanên di hişê mirovan de bi awayekî zelal ji holê radike.  Tişta ku derdikeve holê ev e; Yekemîn welatê mirovan, dergûşa mirovahiyê Kurdistan e û lêkolîn wek her roj îspat dike ku ev erdnîgarî dergûşek e.