Belarusê bi behaneya ku bombe tê de heye, balafira ku ji Yewnanistanê diçû Lîtvanyayê bi zorê li Minskê daxist û rojnamegerê muxalif Roman Protasevich xiste bin çavan. Girtina rojnameger Roman Protasevich bi vî şêweyî ji alî Yekitiya Ewropayê, DYA û NATO’yê hate şermezakirin.
Rayedarên Yekitiya Ewropayê li hêviya Belarusê ne ka dê derbarê vê bûyerê de çi bêje, rayedarekî payebilind ê Yekitiya Ewropayê bûyer wekî ‘revandinê’ binav kir, her wiha Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê jî ev bûyer wekî ‘ çalakiyeke ku mirov behitî dihêle’ bi nav kir.
Balafir ji Atînaya Yewnanistanê diçû Vilinus a paytexta Litvanyayê. Balafir ya şirketa Ryanairê bû ku roja yekşemê bi zorê li paytexta Belarus Minskê hatibû daxistin. Piştî ku rojnamegerê muxalif Roman Protasevich, binçav kiribûn , balafirê rêya xwe ya berdewam kiribû.
Li gorî parêzvanên mafê mirovan balafir ji bo girtina Protasevich hatiye daxistin lê li gorî medya Belarusê ew balafir ji ber ku agahiya û ixbara ku ‘bombe tê de heye’ bi zorê hatiye daxistin. Balafir 7 saetan bi derengî giha Vilniusê.