Di vê krîza aborî û rewşa xirab a xwe xwedîkirinê bi hezaran ciwan bêkar û betal mane. Ez jî wekî gelek ciwanên bêkar gelekî ji xwe re li karekî geriyam. Ez ê çîroka xwe û xwediyê kar ê dawî min serî lê dabû ji we re bêjim. Min îlana kar li ser cihekî dît û ez çûm min serî lê da. Ez derbasî hundir bûm, zilamek li paş maseya xwe rûniştiye.
Min xwe da naskirin û min got: “Ez ji bo kar hatime.” Bêyî ku zêde li min guhdarî bike bi madekî tirş li min nerî û destê xwe avêt leptopa (compîtur) li ber xwe û dirêjî min kir. Vê leptopê bigire û here derve piştî qasekê vegere û min qayil bike ku ez wê laptopê ji te bikirim.
Ez jî ji nivîsgeha wî derketim, min laptop bir û berê xwe da malê. Ev çend roje li min digere û dibêje qurban heyran wê leptopa min vegerîne hemû dosyên min ê kar tê de ne.
Ez jî jê re dibêjim; ‘Ma tu yê bikirî yan nekirî’. Dibêje; ‘Weleh û bileh û tileh ez ê ji te bikirim ka bîne û te çiqas pere divê ez ê bidim te’. Îca li gorî we ez lê vegerînim yan na?