Du sal derbas bûn, te çi bi ser bêjingê xist, çi li binî hişt? Helbestên ku hê jî xwe li dil vedişêrin û nahêlin tu wan binivîsî, cezayê çi didin te? Ên ku tu li wan geriyayî çima li cîhê xwe nebûn, ên tu qet li wan nedigeriyayî çima te dorpêç kirine? Çend sedsal derbas bû di nav du salan de, hukmê sîh salan çima pêsîra zemanê te bernade, zemanê te yê ku kes nizane çiqas çûye û çiqas maye?
Du sal derbas bû, hew du sal… Bi lingên du salên topal û bi gopal bi ku va diçî? Ew jî te li serberjêrek neqelibînin? Bi lingên du salên xeyalşikestî, bi pey kîjan rêyî dikevî? Qey te dil heye jibîr bikî ku tu rê… te nabe gulistanê, ba wan gulên ku bi xeyalan vebûne?
Destên ku sîh û du sal berê jî vala bûn niha valatir bûne. Kîjan lehiyê wiha kir, ewqas gul berhev kirin, ewqas kilam û kereng û cesaret… çima niha wiha ne, ji berê valatir.
Tu dibînî… Hew çiya wek xwe mane, hew spîndar li cîhê xwe ne, hew stêrk… Wekî din kes nîne, tiştek nîne. Kanên ew dilên ku we bi hev re soz dabû, kanên ew şewq û şemal, ew xeyalên narîn û bermal?
Kanên ew dilên ku hûn bi hev re li birûskan siwar bûbûn, ew çavên ku we bi hev re wan ji mirinê neşikandibû? Çûn qey? Ku çûbin çima çûn? Kê wan xapand û ji rêya dil derxist? Kanên ew dilên ku bi hev re erd û asîman dihejandin, dilên wan xeyalên ji rastiyê rastir?
Ji bilî dar û çiyan kes nîne, tiştek nîne, lê ew jî ji tenêtiyê tenêtir in. Çi wan wiha tenê hîşt, kê kir ku wiha daleqandî bimînin di bedena sêdarek ku hemû dar li ser digrîn de?
Way zeman dîsa bêjinga xwe dihejîne. Ka vê carê yê çi bibe çi bihêle? Ên ku hay jê nînin ku zûda binbêjing bûne kengê tên ser hemdê xwe? Diheje bêjinga zeman, çi diçe çi dimîne kes nizane. Lê ên ku dixwazin xwe li ser xeta û kêmasiyên hinên din mezin bikin, ên keysperest û şîrheram, dibêjin qey ê bax û baxçe, gul û xonçe tev ji wan re bimîne? Ku bimîne yê dinya bi ser serê her tiştî de xera nebe?
Çend sal derbas bûn, çend sal li cîhê xwe man kes nizane. Lê tu dîsa jî bêje du sal derbas bûn… Bû du sal ku ji goristanê yek kêm bûye, bû du sal ku miriyek qet ranezaye (silav li Helîm Yûsiv)… Lê negihîştiye girê şermolayê jî… Ha li vir ha li wir, bi pêpelûkan ketiye. Carna wek zarokek erdhej lêxistî bêlîstik maye. Bêlîstik û bêkes..Xapiyaye, xapiyaye carna…Li bin dara stiriyê li gulberojan geriyaye. Bi xwe xwe xapandiye gelek caran. Teva ku qet li dil rûneniştiye jî, gotiye…na lê….xweş e, baş e, geş e. Helbest e. Lê hew dengê zirnê û heyraniya pere bûye yê ku li hember rûniştiye. Dîsa jî wê xwe xapandiye. Gotiye…na lê…ne wilo ye… bes e ji destê ewham û şubheyên te… Lê dema herî dilsoj, ya ku mirov dixwaze xwe bixapîne ye ne? Çimkî zeman jixwe têra xwe xapînok e, îja ku bi ser de mirov jî li xwe wilo bike, kes nizane çi ferman e.
Gulên hişk mane li destê te. Di destên destên te de tenê gulên hişk mane ji wê roj û şeva havînê. Kanê ew tilîlî, ew kelecan, ew pinpinîk û ew şimik. Şimikên pêşeroja nediyar û çolên beyar…Kanê beybûna ku dê nizanim li ku vebûya, kanê ew dilopa baranê…Kanê sibe… sibehên ronî û azad?
Bû du sal ha… bû du sal! Çi du sal in, çi bela û musîbet, çi îluzyonek tewşik. Jiyanek topal û zemanek bi gopal e hikumdar. Tu çok jê re neşkînî jî jê xelas nabî…Lê dîsa jî dibêjî, belkî… Belkî bi rastî jî bibe belkî..
Hebû me yek dil tev jan û kul bû
Ax go Cîgerxwîn kul bi dil didî
Gul bi dil didî…