12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhnên nû diafirîne

Îmad Şefîqê ku li navçeya Xaneqînê dikana firotina bêhnan (Parfum) vekiriye, diyar kir ku heta niha wî 47 bêhnên cûda çêkiriye û li başûrê Kurdistan û Iraqê xelk ji bo kirîna bêhnek xweş serdana wî dikin.

Li navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyale ya Iraqê, dikaneke bêhn firotinê heye, xwediyê wê jî bi navê Îmad Şefîq e. Tevî ku temenê wî gihiştiye 61 salan jî lê ew diyar dike ku ew ji karê xwe gelek hez dike û ji bilî firotina bêhnan di berde karê dirûna cilûbergan jî dike.

Dema mirov serdana bazara Xaneqînê dike, bêhnek xweş û balkêş tê. Mirov hest dike ku heta niha yekem care bêhnek wisan xweş mirov dikêşe. Dema mirov dikeve kurahiya bazarê dukana Îmad Şefîq yan jî bi nasnav Mela Îmad tê dîtin. Ew rojane di hindirê dikana xwe de bi çêkirina parfûmên bêhnxweş û razîkirina dilê kiryaran ve mijûle.

Tevî ku temenê Îmad gihiştiye 61 sal lê ew di karê xwe de bûye pispor û di demek kurt de dikare li gor xwesteka kiryaran bêhnek cûda û xweş çêke û pêşkêş bike. Wî navê bi dehan cûrên parfûman ji ber kiriye û dizane kîjanê têxe nava kîjanê wê bêhnek çawan jê derkeve.

Îmad Şefîq derbarê karê xwe de ji Rojnews re axivî û got: “Min di temenê şeş saliyê de li nava bazaran dest bi kar kir daku bikarim debara malbata xwe peyda bikim. Heta niha ku temenê min 61 sale bi berdewam kar dikim û ranawestim. Ez ji karkirinê hez dikim. Min di temenê ciwantiyê de dest bi karê dirûna cilûbergan kir. Wê demê rojane 10 filis digihişt min. Heta temenê 37 saliyê min karê dirûna cilan kir. Min hemû cûrên cilan didirû. Ji ber şarezabûn û sohbeta min xelkek zêde cilên xwe di anîn cem min. Lê niha kêm karê dirûna cilan dikim. Niha piranî cilûbergên qat û çaketan didirûm.”

Îmad piştî nexweşî û westanek zêde navber dide karê dirûna cilan. Piştre dest karê firotina parfum û bêhnan dike.

Îmad di derbarê vekirina dikana parfuman de jî got, “Yekem kes bûm min li Xaneqînê dikana firotina bêhnan vekir. Destpêkê min li ser mêzeyek biçuk vî karî dikir. Piştre derbasî nava dikanek bûm û min karî di demek kin de kiryarên zêde li dora xwe kom bikim. Ji ber wê min biryar da dikanek mezintir vekim. Ev çend salin jî ez divê dikanê de bi vî karî ve mijûlim.”

Îmad Şefîq diyar kir wî heta niha kariye 47 bêhnên cûda ku li bazaran ew bêhn nine çêke. Îmad got ku ji bajarên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê xwestekek zêde li ser bêhnên ku ew çêdike heye.

Rojnews